Li 4 navendên Elmanyayê xwepêşandanên ji bo Rojava

Li 4 navendên Elmanyayê xwepêşandanên ji bo Rojava

Êrîş û komkujiyên çeteyên El Qaîdeyê yên li dijî gelê Kurd, li bajarên Elmanya Koln, Munchen, Bremen û Giessenê hatin şermezarkirin.

Bi vê armancê li bajarê Elmanya Kolnê li ber Dêra Domê ya navdar mîtîngek hat lidarxistin. Mîtîng li ser banga YEK-KOM'ê pêk hat û AGÎF, ATÎK, Yaşanacak Dunya, SKB, Kaldiraç û MLKP'ê piştgirî dan.

Di mîtîngê de bi pankart û dowîzên hatin hilgirtin, komkujiya çeteyên El Qaîdeyê hat şermerzarkirin û dirûşmên piştgriya bi gelê Rojava û YPG'ê re hatin qêrin.

Di mîtîngê de YEK-KOM, SKB, Alinterî û AGÎF'ê axaftin kirin. Di axaftinan de hat bibîr xistin ku ji mizgeftan anonsên kuştina kurdan 'helale' tên kirin û bang li herkesên ji xwe re dibêje ez mirovim hat kirin ku li hemberî komkujiyan rawestin.

Mîtîng piştî axaftinan bi dirûşman bi dawî bû.

LI MUNCHENÊ PANKARTA BI NIVÎSA 'ÇETE WÊ DI XWÎNA DIRIJÎNE DE BIFETISIN'

Komkujiyên çeteyan ên li Rojava, li Munchenê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. Mîtînga li Karlsplatz a Munchenê duh bi beşdariya 250 kesî pêk hat. Di meşa beriya mîtîngê de pankartên bi nivîsa "Em berxwedana Rojava silav dikin", "Çete wê di xwîna dirijîne de bifetisin", "Bijî Rojava ya xweser a demokratîk" hatin hilgirtin û li ser navê YEK-KOM, PYD, DÎDÎF, Die Linke, MLPD, DKP û MLKP axaftin hatin kirin. Di axaftinan de êrîş û komkujiyên çeteyan hatin şermezarkrin û banga xwedîderketina li Rojava hat kirin.

LI BREMEN Û GIESSENÊ WELATÊN ROJAVA YÊN BÊDENG IN HATIN ŞERMERZARKIRIN

Li bajarên Bremen û Giessenê jî bi heman armancê çalakî hatin lidarxistin û êrîşa çetean û bêdengiya welatên rojavayî ya li hemberî komkujiyan hatin şermezarkirin. Di çalakiya Giessenê de ku piraniya beşdaran jin bûn, bang hat kirin ku piştgiriya bi Rojava re were xurtkirin.