Li 4 navendan çalakiyên li dijî tundiya li ser jinê

Li 4 navendan çalakiyên li dijî tundiya li ser jinê

Li navçeyên Raco û Cidirêsê yên Efrînê, li Şam û Viyanayê li dijî tundiya li ser jinê tê meşandin ji aliyê jinên Kurdistanî ve çalaki hatin lidarxistin.

Çalakiyên jinan yên bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê didomin. Li Navçeya Cindirêsa Efrînê rêxistina Yekîtiya Star semînerek lidar xist. Di semînerê de beşek ji paraznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan yên li ser jinan hatin xwendin. Di semînerê de endama Yekîtiya Star Arşam Kurdman axivî û got ku, berê dihat gotin azadiya civakî bi jinan ve girêdayî ye, lê niha pêwîste herdû zayend xwe azad bikin. Arşem Kurdman da zanîn ku piştî vekirina navendên perwerdeya jinan bandorên erênî li ser jinan pêk aniye û hiştiye ku jin mafên xwe yên siyasî, civakî û çandî nas bikin. Kurdman diyar kir ku jinên Rojava di nava YPJ'ê û hemû qadên têkoşînê de liber xwe dane û mafên xwe bidest xistine.

Kurdman tundiya li dijî jinan şermezar kir û got ku pêwîste jin ji bo azadiya xwe baş bixebitin.

Bi heman armancê li Navçeya Raco ya Efrînê jî bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Jin yên Şoreşger civîn lidar xist. Civîn li navenda Ciwanên Şorşger a Şehîd Aslan bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre nerînên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan yên li derbarê jinan de hatin xwendin. Di dawiya civînê de sînevizyon derbarê tundiyê de hate pêşandan.

ŞAM

Li Paytexta Sûriyê Şamê jî bi dehan jin li ber avahiya navenda Zimanê Kurdî ya Feqiyê Teyran  hatin cem hev û çalakî lidar xist. Di çalakiya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û têkoşerên jin ên Kurd hatin vekirin de endamên Desteya Rêver yên Yekîtiya Star Şervîn Cûdî û Newroz Xelîl axivîn. Di axaftinan de şîdeta li ser jinan hate şermezarkirin.

Piştî axaftinan jinan bi diruşmeyan dawî li çalakiya xwe anîn.

VIYANA

Li paytexta Avusturya Viyanayê jî Navenda Çanda Kurdî derbarê tundiya li ser jinan de bi beşdariya dehan welatiyên Kurd semînerek da. Di semînerê de Rojnamevan Necîbe Qeredaxî bi zaravayên Soranî û Kurmancî yên kurdî axivî û derbarê tundiya li ser jinan a li seranserî cîhanê agahî dan.

Necîbe Qeredaxî tundiya li ser jinan ji hemû aliyan ve pênase kir û ji bo derketina li hemberî vê yekê hin pêşniyar pêşkêş kirin.

Di dawiya semînerê de li ser tundî, destdirêjiya ku li seranserê Kurdistanê li dijî jinê tê meşandin, fîlmek hate pêşandan.