Li 4 bajaran operasyonên qirkirina siyasî

Operasyonên qirkirina siyasî li Wan, Mêrdîn, Bolû û Şirnexê dewam kirin.

Operasyonên qirkirina siyasî li Wan, Mêrdîn, Bolû û Şirnexê dewam kirin. AKP/Qesr ên nikarin bi komkujiyan re gelê Kurd teslîm bigirin, li 4 bajaran gelek mirov binçav kirin û girtin.

WAN

Xwendekarên bi navê F.A, B.A, D.K û R. B ên di dawiya hefteyê de li avahiya YODER'ê hatin binçavkirin, derxistin pêşberî dadgehê. Bi bahaneya "endametiya rêxistinê" xwendekar hatin girtin û ew şandin girtîgehê.

MÊRDÎN

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, nûçegihanên DÎHA'yê Meltem Oktay û Ûgûr Akgul ên nûçe dişopandin, li maleke li taxa Çatalozu hatin binçavkirin. Di dema serdegirtinê de tîmên taybet nûçegihanên DÎHA'yê binçav kirin.

BOLÛ

Berî çend rojan li Bolûyê polîsên hêzên taybet bi ser malekî de girtibûn û 2 kes înfaz kiribûn û li bajêr 7 kes jî hatibûn binçavkirin. Ji 7 kesên 6 ji wan xwendekarên Zanîngeha Abant Îzzet Baysal bû, piştî lêpirsîna wan li qereqolê bi dawî bû duh di saetên êvarê de ew derxistin dadgehê. 

Îfadeyên kesên ku derxistin dadgehê heta derengiya şevê berdewam kir û kesên bi navê A.Y., N. A. û D. D. bi 'kontrola edlî' serbest hatin berdan. 4 xwendekarên Zanîngeha Abant Îzazet Baysal ên bi navê A.Y., M.A., M.E. û G.O ku di mala înfaz pêk hatî de bûn, bi daxwaza girtinê şandin dadgehê û bi îdiaya "alîkarî dane rêxistinê" hatin girtin û ew şandin girtîgehê. 

Dîsa hat diyarkirin ku malbata Serdar Kayardi ku hat înfazkirin, ji bo teşhîskirina cenaze çûn Bolûyê. Malbata ku hat bajêr, piştî serlêdana hînbû ku cenazê Kayardi şandine Morga Tiba Edlî ya Enqereyê û malbat vê carê ket ser rêya Enqereyê. Hat gotin ku cenaze nişanî malbatê nehatiye kirin û ji bo teşhîskirinê mînakên xwînê hatine girtin. 

Piştî testa DNA'yê dê derkeve holê gelo cenaze aydê Kayardi ye an na dê cenaze bê teslîmkirin.

ŞIRNEX

Li navçeya Şirnex Silopiyayê Ethem Kizilcanê ku duh hatibû binçavkirin û biribûn Şirnexê derxistin dozgeriyê. Kizilcan bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" ji aliyê dadgehê ve hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Li aliyê din Hevseroka Genel Îş'ê ya Şirnexê Zeynep Îdîn a ku li Cizîrê di nuqteya kontrolê ya polîsan de hate binçavkirin hate hînbûn ku birina Şirnexe. Sedema binçavkirina Îdîn nehat hînbûn.