Li 3 bajaran ji bo yên ji aliyê dewletê ve hatîn qetilkirin, çalakî

Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê ji bo yên ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatîn qetilkirin, çalakî hatin kirin.

Endamên Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li navçeya Rezan a Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê cara 791’an hatin ba hev. Nûnerên rêxistina civakî ya sivîl ên li bajêr, tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de faîlên serokê ewilî yê Şaxa Amedê ya Saglik-Sen’ê Necatî Aydin hate pirsîn ku 4’ê Nîsana 1994’an ji hêzên dewleta Tirk ve hate windakirin.

Serokê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Ercan Yilmaz nerazîbûn nîşanî girtina kesên ku li dijî desteserkirina maf çalakiyan lidar dixin, da.

Hevjîna Necatî Aydin, Suheyla Aydin jî ev tişt got: “Hevjînê min ji edliyeyê birin û winda kirin. Gundiyan ew li nav zeviyên xwe binaxkirî, dîtin.”

Endamê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Firat Akdenîz çîroka Necatî Aydin xwend.

ÊLIH

Li Êlihê jî xizmên windayan û endamên ÎHD’ê di hefteya 627’emîn a çalakiya xwe de, li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan kom bûn. Vê hefteyê aqûbeta Mahmût Demîrel hate pirsîn ku 2’yê Nîsana 1994’an hate revandin û car din agahî jê nehat wergirtin.

Daxuyanî ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî ve hate xwendin.

ÎZMÎR

Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çalakiya xwe ya ku her du 2 hefteyan carekê lidar dixe, li ber Sumerbankê pêk anî. Di çalakiyê de çîroka Sabahattîn Kûrt hate xwendin ku di Komkujiya Kizildere ya 30’ê Adara 1972’yan de hate qetilkirin û cihê goristana wî jî nayê zanîn.

Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Şaxa Îzmîrê ya ÎHD’ê Zîlan Gumu, Tirkiya wê jî ji aliyê Rêveberê Îzmîrê ya ÎHD’ê Caner Canli ve hate xwendin.