Li 3 bajaran çalakiyên 4’ê Nîsanê hatin lidarxistin
Kurdistaniyên ku li Ewrûpayê dijîn rojbûna 69’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Kurdistaniyên ku li Ewrûpayê dijîn rojbûna 69’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Elmanya û Fransayê çalakî hatin lidarxistin.
Kurdistaniyên ku li bajarê Nurnberga Elmanyayê dijîn li Navenda Civakî ya Kurdan a Demokratîk rojbûna rêzdar Ocalan pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de hate diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya azadiya Kurdan ronî dike. Di çalakiyê de tecrîda li Îmraliyê hate şermezarkirin û sînevîzyona li ser têkoşîna Ocalan hate nîşandan.
BREMERHAVEN
Li bajarê Bremerharvenê yê Elmanyayê jî Kurdistanî ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin ba hev. Di çalakiyê de hate diyarkirin heta ku rêzdar Ocalan di warê fizîkî azad bibe ew ê têkoşîna wan bidome. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Ocalan jî hate nîşandan.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransayê jî bi pêşengiya tevgerên ciwan û jinan çalakiya pîrozkirina 4’ê Nîsanê hate lidarxistin. Di pîrozbahiyê de hate diyarkirin ku rojbûna rêzdar Ocalan tê wateya vejîna gelê Kurd.