Li 23 bajarên Elmanyayê Kurd û dostên wan li kolanan bûn

Li 23 bajarên Elmanyayê Kurd û dostên wan li kolanan bûn

Li 23 bajarên Elmanyayê çalakiyên piştgiriya bi Kobanê re hatin lidarxistin. Bi hezaran kes li bajarê Frankfurtê li hev kom bûn û bang li hikûmeta Elman kirin ku alîkariya leşkerî û mirovahî bide Kobanê.

Li bajarê Frankfurtê, meşek hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Navenda Demokratîk a Civaka Kurd a Elmanya (NAV-DEM), PYD, Konfederasyona Elewiyên Ewropayê, Yekîtiya Suryaniyên Ewropayê, Nor-Zarktonk, rêxistinên penaberên Tirkiyeyî, Konfederasyona Gelên Demokratîk a Ewropayê û Partiya Guhertinê ya Mezopotamyayê ve hate lidarxistin.

Her wiha, tevgerên anarşîst, kesk û gelek sazî û rêxistinên Elman piştgirî dan meşa Kurdan û meş heta ber avahiya operaya dîrokî berdewam kir.

Meşa bi beşdariya nêzî 4 hezar kesî pêk hat, saetek û nîv berdewam kir. Di meşê de dirûşmayên dilsoziya bi Kobanê re hatin gotin û DAIŞ hate lanetkirin. Di meşê de dirûşmayên weke “Selefî, kujer, faşîst bicehinim ji Kurdistanê”, “Tirkiye fînanse dike, DAIŞ qetil dike” hatin gotin.

Di meşê de, Hevserokê NAV-DEM’ê Yuksel Koç ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku tevî Berlîn, Dusseldorf, Hannover, Munîh û Bremenê, îro li 23 bajarên Elmanyayê meşên ji bo piştgiriya bi Kobanê re hene. Koç da zanîn ku hin ji van meşan ji aliyê wan ve û yên din jî ji aliyê sazî û rêxistinên çep ên Elman ve tên lidarxistin.

JI ELMANAN ELEQEYEKE MEZIN

Koç diyar kir ku raya giştî ya Elman tu carî evqas eleqe nîşanî Kurdan nedaye û da zanîn ku destekeke xurt didin berxwedana Kobanê.

Koç diyar kir ku êdî welatiyên Elman ên ji rêzê, keşe, rojnamevan, nûnerên saziyên sivîl û her kes dixwaze alîkariya çekan bidin Kurdan û destnîşan kir ku heta endamên tevgerên aştiyê û dêran jî dixwazin li dijî DAIŞ’ê Elmanya çekan bide Kurdan.

Koç got: “Em bi kê re rûdinin, ji me re dibêjin YPG û YPJ ji bo me şer dikin. Divê ev atmosfer were xurtkirin” û bang li hemû Kurdan kir ku li hemberî provokasyonan hişyar bin.

Koç da zanîn ku ev cara yekem e ku ewqas aliyên berfireh tevlî çalakiyên bi armanca piştgiriya bi Kurdan re dibin.

Li qadê pankarta “Ji bo gelê Kurd ê 40 mîlyon statu” hate vekirin û di axaftinên hatin kirin de piştgirî dan berxwedana Kobanê û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kurdan şermezar kirin.