Li 120 girtîgehan binpêkirina mafan

CÎSST'ê serlêdanên li xetên şêwirandinê yên di navbeyna 1-15'ê Mijdarê de kire rapor û bi raya giştî re par ve kir ku li 120 girtîgehên cihê maf hatine binpêkirin.

Komeleya Civaka Sivîl a Ceza û Înfazê (CÎSST) ku ji bo parastina mafê girtiyan û nirxên gerdûnî li hev bikin ji 2018'an û vir ve bi çalakî xebatan dike, serlêdanên di navbeyna 1-15'ê Mijdarê de kire rapor û bi raya giştî re par ve kir. Di raporê de hate diyarkirin serlêdan ji 120 girtîgehên cuda bûne û ji van 74 ên girtî, 46 jê yên saziya ceza û înfazê ya vekirî bûne.

Di raporê de li ser pirsa kapasîteya girtîgehan hate sekinandin û hate gotin, 'Ji ber sedema ku kapasîte tije bûye serlêdanên ji ber vê binpêkirinê derketine pêş. Koxuşûnê girtiyan tije ne, nivîn nêzî hev in, bêgav dimînin ku nêzî hev razin, nikarin mesafeya sosyal deynin, li girtîgehên vekirî girtiyên ji koxuşên cihê, li qadên hevpar û xwarinxaneyan bêgav in ku werin cem hev.''

Di raporê de rewşa hijyenê ya li girtîgehan hate destnîşankirin û diyakirin ku pirsgirêka hijyenê têrê nake ku li dijî vîrûsa Covîd-19'ê bibe tevdîr.

Her wiha hate destnîşankirin ku li hin girtîgehan xwarinên ku têne dayin kêm in, ne xwarineke paqij e û xwarinê sar didin.

Derheqê xwegihandina mafê tendiristiyê jî hate diyarkirin girtî bi rengekî têrkar nikarin ji vê mafê tedawibûnê sûd werbigirin.