Li 11 navenda gel dakete qadan û avakirina PKK’ê pîroz kirin
Li 11 navenda gel dakete qadan û avakirina PKK’ê pîroz kirin
Li 11 navenda gel dakete qadan û avakirina PKK’ê pîroz kirin
Li Wan, Hewlêr, Edene, Colemêrg, Amed, Mêrdîn û Çewlîkê û navçeyên wan bi hezaran welati daketin qadan û 35. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de li dora agir govend gerandin û alên PKK, KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin.
WAN
Li Wanê bi minasebeta 35. salvegera damezrandina PKK’ê, li taxa Suphanê bi pêxistina agir pîroz kirin. Koma ku li ser kolanê kom bû, agir pêxist û rê li trafîkê girtin. Komê piştî agir pêxist bi govendê damezrandina PKK'ê pîroz kir. Ciwanên ku agir pêxistin siloganên ku dilsojiya bi PKK û Rêberê Gelê Kurd re anîn ziman û fişekên hewaşî avêtin hewayê. Polîsên ku bi TOMA û maşîneyên zirxî kom bûn, çalakiya xwe berdewam kir.
HEWLÊR
Li Hewlerê jî bi heman armancê di pêşengiya PÇDK'ê de semîner hat lidarxistin. Di semînerê de dîroka PKK'ê û sedema PKK'ê hat vegotin.
COLEMÊRG
Li Colemergê jî bi heman armancê li taxên Daggol, Pehlîvan û Medresê bi hezaran welatî li hev kom bûn û avakirina PKK'ê pîroz kirin. Girseyên ku li taxan li hev kom bûn agir pêxistin û alên PKK û KCK'ê vekirin. Girsê di pîrozbahiyan de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî vekir goverd gerandin. Bi hezaran kesan li ber muzîkê heta derengê şevê govend gerandin û silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re şandin
EDENE
Li taxên Anadolu ya Yuregîra Edeneyê jî bi heman armancê gires kom bû û avakirina PKK'ê pîroz kir. Di qada şahiyê de girsê pankartên “Her der Rojava her der berxwedan", "35. salvegera damezirandina PKK'e li tevahi gele Kurd piroz be” û “Hişyariya me ya dawî ji bo AKP'ê û dewletê ye" vekir û posterên mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Girsê dîsa alên PKK û KCK'ê rakirin. Di şahiyê de rêveberên BDP, DOKH, Dayikên Aştiyê TUHADER, MEYADER, NÇM amade bûn. Girsê di şahiyê de govend gerand û heta derengê şevê avakirina PKK'ê pîroz kir.
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê li taxa Daglioglu ya Seyhanê jî bi heman armancê pîrozbahiyek girseyî pêk anî.
YENÎŞEHÎR
Rêxistina BDP'ê ya Yenişehîra Amedê jî bi heman armancê li taxa Ben û Senê bi agirekî mezin şahî pêk anî û avakirina PKK'ê pîroz kir. Bi hezaran kesên ku li taxê kom bûn siloganên "PKK Jiyana azade", "PKK Sakine'ye", "PKK gel e gel li vir e" qerîyan. Li vir jî alên PKK, KCK û HPG'ê hatin vekrin.
REZAN
Rêxistina BDP'ê ya Rezan a Amedê jî bi heman armancê pîrozbahî pêk anî. Bi hezaran kesên ku li qada pîrozbahiyê kom bûn posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û siloganên "Bijî serok Apo", "PKK gel e, gel li vir e qeriyan" Di pîrozbahiyê de gelek maşîneyên zirxî jî ji dûrve pîrozbahî şopandin.
PALÛKE
Li Bajaroka Paluké ya Amedê jî bezaran welatî li qada pîrozbahiyê kombûn û avakirina PKK'ê pîroz kirin. Girsê li vir jî heta dereng govend gerandin û silogan qerîyan.
MÊRDÎN
Rêxistina BDP'ê ya Mêrdîn û Stewrê jî li Bajaroka Awêna şahî pêk anî. Di şahiyê de hemû welatiyên bajaroka Ewêna li dora agir kom bûn û govend gerandin. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê rakirin. Girsê li vir jî siloganên "Bijî berxedana Rojava", "Bê serok jiyan nabe" qêriyan. Di pîrozbahiyê de komê piştî govend gerand fişekên hewayî avêtin û dawî li pîrozbahiyê anîn.
ÇEWLÎK
Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê jî bi heman armancê li Salona Yeşîlvadî ya Dahwetê şahî pêk anî. Di şahiyê de Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, rêveberên BDP'ê û nûneren saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Komê di şahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û qadroyên pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan, Mehmet Hayrî Durmuş û Mehmet Karasungur vekirin. Komê bê navber siloganên di der barê PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de berz kir.