Leşkerê Elewî yê li Amedê hate kuştin sipartin axê

Leşkerê Elewî yê li Amedê hate kuştin sipartin axê

Dogan Turkê ku li Tabûra Komandên Cendirme yên Kocakoya Amedê leşkertî dikir û 20 roj ji bo tezkereyê mayî, di dema nobetê de bi tifenga G-3’ê hate kuştin. Cenazeyê Turk li Tokatê hate defin kirin.

Leşker Dogan Turk yên ku derkete hole di dema nobetê de li Amedê hate kuştin, cenazeyê wî anîn memleketê wî navçeya Nîksar ya Tokatê û xistina morga Nexweşxaneya Dewletê. Xizmên Turk ji bo cenaze bigirin di demjimêrên serê sibeh3e de hatin nexweşxaneyê. Dayîka Dogan Turk Meryem Turk ji bo cara dawî kurê xwe bibîne ket hundirê morgê, krîza sînîrê derbaz kir.

Xizmên Turk, dayîka Turk rakirin beşa lezgîn ya nexweşxaneyê. Hate diyarkirin ku, bavê Turk Riza Turk jî di sala 2010’an de jiyana xwe ji dest daye.

Piştre bi wesayîta Şardariya Nîksanê cenaze birin Weqfa Çand û Perwerdeya Hacî Bektaşî Velî. Dayîka Turk Meryem Turk, xwişk û bira Şahîn, Huseyîn, Durdane û Çîçek li gel xizman xwe avêt ser tabûtê û demên hestiyar dan jiyankirin.

Parlementerê CHP’ê yê Tokatê Orhan Duzgun û nêzî hezar kes tevlî merasima cenaze bûn.

Paşeroja Turk hate xwendin û hate aşkera kirin ku li Amedê jiyana xwe ji dest da. Helalkirina cenazeyê Turk ji aliyê bapîrê Elewiyan Mûrat Ogûz ve hate kirin û nimêja cenaze jî ji aliyê muftiyê navçeyê Elî Can ve pêkhat. Piştre ji bo cenaze veşêrîn birin Gundê Pelîtlî yê girêdayî navçeyê.