Leşkerên Tirk nahêlin gelê Sêrtê şewatê vemirîne
Gelê Sêrtê hewl didin şewata li Çiyayê Reş vemirîne, lê leşkerên artêşa Tirk nahêlin.
Gelê Sêrtê hewl didin şewata li Çiyayê Reş vemirîne, lê leşkerên artêşa Tirk nahêlin.
Di çarçoveya polîtîkaya şer a hikûmeta AKP'ê ya demkî de şewitandina xwezayê dewam dike. Ji ber bomberdûmanên artêşa Tirk her roj gelek daristan dişewitin û gelek zindî dimirin.
SEKNA LI BER QEREQOLÊ
Li Çiyayê Reş ê navçeya Sêrt Dihê, duh danê êvarê şewat derket. Welatiyên bi şewatê hesiyan ji bo vemirandinê ketin nava tevgerê û ber destê sibehê berê xwe dan cihê şewatê. Lê belê welatî ji aliyê leşkerên qereqola jendermeyan a gundê Meylana ve hatin rawestandin û çûyina wan a herêmê hate astengkirin. Welatiyên ku hatin asteng kirin li ber qereqolê rawestiyane.
Çiyayê Reş, ji aliyê Walitiya Sêrtê ve li ser biryara Desteya Wezîran weke "Herêma Ewlehiyê ya Leşkerî ya Demkî" hatibû îlankirin.