Leşkerên Tirk li Qelqeliyê hovîtî kir

Li gundê Çamili yê navçeya Qelqelî ya Wanê, dewleta Tirk du kes înfaz kirin û kavil li dûv xwe hişt.

Li gundê Çamili yê Qelqeliyê leşkeran giliyek kir hincet û girt bi ser xaniyekê vala de û du kes înfaz kirin.

Li gor agahiyên ku gundiyan dan, leşkeran tu hişyarî nekiriye û xanî daye ber agir. Leşkeran nêzîkê çar saetan xanî da ber bombeyan û dor li gund girt.

1’ê Îlonê piştî nîvro leşkeran dorpêç ji ser gund rakir. Xaniyê ku ji hewayê ve hat bombekirin bû kavil.

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaras ku bi ANF’ê re axivî, diyar kir ku ji duh ve li gund hovîtî hatiye kirin û rapora amade kiriye wê di nava du rojan de ragihînin raya giştî.