'Leşkerên Tirk jî digotin lê bidin'
'Leşkerên Tirk jî digotin lê bidin'
'Leşkerên Tirk jî digotin lê bidin'
Beşek ji Kobaniyên li herêma Til Şeîrê dijiyan, hem ji ber êrîşên DAIŞ'ê hem jî ji ber zexta leşkerên Tirk vegeriyan navenda bajêr. Mislim ê 70 salî yê li navenda bajêr bicih bûye got, "Gule berdan me, hawan avêtin. Em neçar man hatin vir. Leşkerên Tirk jî ji bo em wê derê biterikînin digotin 'lê bidin'."
Li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedana li Kobanê di roja 68'an de dewam dike. Li gel gefa çeteyên DAIŞ'ê bi hatina zivistanê re sivîlên li bajêr bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Hin gundiyên beriya niha li herêma Til Şeîr a li ser sînor diman, hem ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi hawanan, hem jî ji ber sermayê vedigerin navenda Kobanê.
'XWEDÊ BEREKETA XWE LÊ BIKE HEVAL HENE'
Mislim ê 70 salî yê ji Til Şeîrê vegeriya Kobanê anî ziman ku çeteyan gule û hawan avêtine wan û got, "Gule berdan me, hawan avêtin. Em neçar man hatin vir. Leşkerên Tirk jî ji bo em wê derê biterikînin digotin 'lê bidin'." Mislim ragihand ku nêzî 40 kes ew vegeriyane bajarê û diyar kir ku piraniya mirovên vegeriyane zarok in. Mislim got, "Li van deran perîşan bûn. Xwedê bereketa xwe bidê heval hene û li me dinêrin. Nan, şekir, çay didin me. Em bi wî rengî dijîn. Înşaleh em ê bi ser bikevin. Bi destûra Xwedê hêzên me wê bi ser bikevin."
'EM Ê DEST JI HEVALÊN XWE BERNEDIN'
Sedîge ya 60 salî diyar kir ku mal û milkên wan ji dest çûne û destnîşan kir ku ev yek ne girîng e. Sedîge got, "Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em li vir in. Em ê dest ji hevalên xwe bernedin. Ev mal ne ya me ye, lê em li vir dijîn. Hevalan ji me re gotin ku em bicih bibin. Em di bin serma, seqem û baranê de bûn. Dûre heval hatin û ji me xwestin ku em li vir bicih bibin. Hevalan hatin gotin zarokên we gelek in, ev der têra we nake. Timî hawan dihatin avêtin. Gelek kes li cem me mirin. Hinek jê jî neçar man koçî Tirkiyeyê bikin. Înşaleh em ê van çeteyan ji xaka xwe derxînin."
Jina bi navê Sorî Ehmed jî anî ziman ku rewşa wan nebaş e û got, "Me mala xwe, milkê xwe her tiştê xwe li dû xwe hişt û em hatin vir. Gelek zarokên me hene. Hemû jî tazî ne di vê sermayê de. Ez ê niha serê wan bişom, lê sabûn tineye, tiştek tineye. Me her tiştên xwe li dû xwe hişt."