Leşkerên ku qeza kiribûn 3 jê mirin

Leşkerên ku qeza kiribûn 3 jê mirin

Duh di demjimêrên nîvro de wesayîta leşkerî ya leşkerên li Qereqola Cendirmeyan ya li navçeya Başana Îdirê peywirdarbûn dihilgirt û kamyonek li hev ketin, di encama qezayê de 4 jê giran 8 leşker birîndar bûn. Leşker bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê. Di Nexweşxaneyê de 3 leşker mirin.

Hate ragihandin ku, li nêzî Deriyê Sînor yê Dilûcû wesayîta leşkerên li Qereqola Cendirmeyan ya navçeya Başanê peywirdarin hildigirt parkirî bû, kamyonekî bi plaqeya 76 DC 108 ku Nazım Gulum di ajot ji piştê ve lê xist. Di encama qezayê de 8 leşkerên di wesayîtê de birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê.

Li rexmî hemû mudaxeleyan piştî çend demjimêran leşkerê binavê Omer Yerer yê ji Gîresunê mir. Leşkerê birîndar Ahmet Kaçmaz yê ji Amedê ku giran birîndar bû şeva din mir, leşkerê binavê Halîl Sakî yê ji Silopî-Şirnexê jî berê sibehê mir. Dê îro li balefirgeha Îdirê ji bo leşkeran merasimekê pêk bînin û wan bişînin memleketên wan.