Leşkerên Îsraîlê 3 Filistînî qetilkirin

Leşkerên Îsraîlê 3 Filistînî qetilkirin

Hat ragihandin ku, leşkerên Îsraîlê li bajarokê Yaata yê girêdyaî bajar3e El-Xelîl 3 Filistînî kuştin. Rêveberiya Filistînê bûyer weke qetlê binav kir.

Li gorî nûçeya rojnameya Yediot Ahronoth ku sipartî çavkaniyekî îstîxbaratî dibêje, 3 Filistîniyênbigûmana sûcdarin kuştine.

Di dema ooperasyona li yattayê hate ragihandin ku, wesay3ita ku Filistînî têde bûn guh nedane şiyariya ‘rawest’ û hewildane birevin. Li ser vê yekê jî leşkerên Îsraîlî wesayîta Filistîniyan gulebarankiriye û di encamê de teqemeniyên di wesayîtê de teqiyane û du Filistînî mirine, yê sêyem jî kariye bireve.

Çavkaniya mijara gotinê îdia kir ku, Filistîniyên hatine kuştin amadekariya êrîşa li dijî hinek hedefên Îsraîlê dikirin.

Weke din jî hate ragihandin ku, leşkerên Îsraîlê li bajarokê Yatayê Filistîniyekî din jî qetilkirine.

Li gorî daxuyaniya Wezara Enformasyona Filistînê dayî tê gotin ku, “Piştî ku leşkerên Îsraîlê li bajarokê Yattayê ku dikeve başûrê bajarê El Xelîl 3 Filistînî qetilkirin û daxuyaniya servîsa Şabak ya îstîxbarata navxwe ya Îsraîlê hewil dide terora dagirkeran ya li dijî gelê Filistînê veşerê.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “3 Filistîniyên ku ji aliyê hêzên dagirker ve hatine kuştin û îdiaya şebekeya selefî dê hinek êrîş li dijî Îsraîlê pêkanîban direwe. Her wiha hewildana fitneyekê ye di navbera Filistînê de û dixwazin têkiliyên baş û xweş ên gelê me jehrî bikin.”