Leşkerê ku îdia kirin xwe kuştiye ji pişta xwe derb xwariye
Leşkerê ku îdia kirin xwe kuştiye ji pişta xwe derb xwariye
Leşkerê ku îdia kirin xwe kuştiye ji pişta xwe derb xwariye
Leşkerê bi navê Muharrem Alî Al ê ku li Qilabana Şirnexê leşkerî dikir, hat îdiakirin ku bi çeka xwe ya G-3 xwe kuştiye, lê derket holê ku leşker Al ji pişta xwe ve gule xwariye û hewl dane bûyerê veguherînin întixarê. Malbatê diyar kir ku fermandarê Muharrem bi wî re axivîne û hewl dane bûyerê veguherînin întixarê.
Leşker Al li Tabûra Hidûd a 4’emîn ya girêdayî Fermandariya Tugaya Hidûd a 48’an ya Qilabanê de leşkerî dikir. Hat îdiakirin ku Al du roj piştî Cejna Remezanê bi çeka xwe gule berdaye xwe û dawî li jiyana xwe aniye. Lê malbata Muharrem Al bawer nake ku kurê wan xwe kuştibe û aşkera dikin ku kurê wan hatiye qetilkirin.
Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Mustafa Moroglu yê ku bi malbata Al re daxuyanî da çapemeniyê, diyar kir ku Muharrem Al yê 21 salê di 9’ê Tîrmehê 2013’an de bi guleya G-3 ji singê xwe bi awayekî birîndar bûyî hatiye dîtin, lê di dema bûyerê de tu kes li cem wî tunebûye û tê îdiakirin ku Al întixar kiriye.
Moroglu aşkera kir ku ew bawer nake Al xwe kuştibe, bi şêwazekî ew kuştine an jî di pevçûnekê de hatibe kuştin û wiha got: “Fikra me wî xwe nekuştiye, bi şêwazekî hatiye kuştin an jî di pevçûnekê de hatibe kuştin, an jî ji hêla hin leşkerên serdest ên di nava TSK’ê ve hatiye kuştin.”
Her wiha hat diyarkirin ku di rapora dozger û doktorê taburê de gule ji kîjan hêlê ve hatiye avêtin nayê destnîşankirin. Hat gotin ku cihê gule lê ketiye 3 santîm e, cihê jê derketiye jî santîmek e û çek jî ne mimkun e ku G-3 be.
Ji hêla din ve hat gotin ku yekîneya Al ji bo wî merasîm li dar xistiye, lê di artêşa Tirk de leşkerên ku întixar bikin merasîma cenaze nayê lidarxistin.
AGAHIYÊN BI NAKOK
Moroglu di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Ciwanekî li Narlidereyê bijî û 9 rojan berê biçe cihê peywîra xwe ya Şirnexê, rojekî beriya cejnê li malbata xwe bigere û kesekî ku zewacê bifikire ne mimkun e ku întixar bike. Ez wî nas dikim. Beriya ku bimire li dayika xwe re diaxive, rojekî piştî wê tê îdiakirin ku întixar kiriye. Gumaneke mezin dema birîndar bûye bi malbatê re dane axaftin. Êrîşk ji kîjan hêlî ve pêk hatiye nayê zanîn. Dema bûyer nayê girtin jî merasîma cenaze pêk tînin. Her kes jî dizane ku kesê xwe bikujin merasîma cenaze nayê kirin. Fermandar ji malbatê re dibêjin ‘dê kujerên kurê we bên dîtin’ ev kes kî ne?”
Malbatê jî diyar kir ku gava wan bi kurê xwe re axiviye, ji wan re hatiye gotin ku ‘heke tiştek bê serê min li serçawîşê min bigerin.”
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) aşkera kir ku di sala 2012’an de 64 leşker bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane, tê diyarkirin ku kesên ku îdia dikin xwe kuştine beşa herî zêde ji Kurd û Elewiyan pêk tên.