Leşkeran gefa kuştinê li parlamenterên HDP’yî xwarin

Li navçeya Dêrikê ku pêkanînên rewşa awarte lê tê meşandin, leşker heyeta ku di nava wan de parlamenterên HDP'ê heye rawestand. Leşkeran gefa kuştinê li Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel xwarin.

Li navçeya Dêrika Mêrdînê qedexeya derketina kolanan di roja 5'emîn de didome. Heyeta HDP'ê ya ku ji parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş, Gulser Yildirim, Çaglar Demîrel û parlamentera HDP'a Wanê ya berê Aysel Tugluk di têketina navçeyê de ji hêla leşkeran ve hat rawestandin. Leşker nahêlin heyeta HDP'ê û bi dehan welatî têkevin navçeyê û sekna welatiyan li têketina navçeyê didome. Leşker gefa ku ji wir neçin wê êrîşî wan bikin xwarin û dîsa jî sekna welatiyan didomeç Parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel bi rayedarên leşkeran re hevdîtin pêk anî. Rayedarên leşkeran gefa kuştinê li parlamenter Demîrel xwarin. Li ser vê yekê heyet dîsa vegeriya nav welatiyan.

Hat ragihandin ku sewqiyata leşkeran a navçeyê didome û polîsên di wesayîtên zirxî de ne heqaretê li welatiyan dikin.