Lêpirsîna der barê qetilkirina Çetîn de temam bû

Lêpirsîna der barê qetilkirina Çetîn de temam bû

Lêpirsîna der barê Mahîr Çetîn ê 3’yê Îlonê li Kaşê ji aliyê komeke ulkucî ve hat qetilkirin temam bû. Di îdîanameyê de ji 7 bersûcan ji bo 4’an ji xala “bi zanebûn kuştina mirovan”, ji bo 3 kesan jî ji xala “tevlîbûna sûc”  ceza tê xwestin.

Mahîr Çetîn ê li navçeya Kaşê ya Antalya li otelekê dixebitî, bi sedema xizmê xwe Vedat Çetîn re bi Kurdî axivîne, rastî êrîşa komeke nîjadperestên ulkucî ya ji 15 kesan hatibûn. Mahîr Çetîn di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû.

Der barê qetilkirina Çetîn de ku lêpirsîn hat destpêkirin, hin kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Mehmet Alî Çakma ku hat girtin 3 fail hatin berdan.

Di encama dîmenan û raporên otopsiyê de dozgeriyê yek jê girtî der barê 7 kesan de îdîaname amade kir. Îdîanameya hat amadekirin ji Dadgeha Cezayê Giran a Elmali re hat şandin.

Li gor agahiyên parêzerê malbata Çetîn Hasan Elban, ji bo bersûcê girtî Mehmet Alî Çakma û Sefa Gomcu, Arîf Bozdag û Gokhan Guney bi sûcê, “bi zanebûn kuştina mirovan”  ji bo 3 kesên din jî “tevlîbûna sûc” ceza hat xwestin. Parêzer Elban got ku eger îdîaname bê qebûlkirin li bendê ku di meha Kanûnê de der barê rûniştina dozê de dîrok bê diyarkirin.