Lêpirsîn di derbarê Parlementerên CHP’ê de hat vekirin
Lêpirsîn di derbarê Parlementerên CHP’ê de hat vekirin
Lêpirsîn di derbarê Parlementerên CHP’ê de hat vekirin
Dozgeriya Komarê ya Sîlîvriyê têkildarî bûyerên duh li ber girtîgehê rûdayîn lêpirsîn da destpê kirin.
Serdozgeriyê bi sûcdariyên “Li hemberî memûrê erkdar bibandor berxwedayîn”, “Li dijî zagonan amadekirin û birêvebirina civîn û meşan”, “Gel li dijî civîn û meşên dervey zagonî sor kirin”, “ tehrîkirina sûc”, “teşebusa bandorkirina li ser karê darazê”, “ Heqaret li heyeta dadgehê kirin”, “ Gef li heyeta dadgehê kirin” û “Zirardayîna malê gelemperî” lêpirsîn da destpê kirin.
Hate hînbûn ku, di nava kesên lêpirsîn derbarê wan de hatî destpêkirin, rêveberên Partiya Karkera, rêveberên Yeketiya Ciwanên Tirkiyeyê (TGB) û rêveberên Komeleya Fikrên Ataturk jî hene.
Dozgeriyê bi sûcdarkirina “Li hemberî memûrê erkdar bibandor berxwedayîn”, “Li dijî zagonan amadekirin û birêvebirina civîn û meşan” û “Gel li dijî civîn û meşên dervey zagonî sor kirin” di nav de Parlementerên CHP’ê Muharrem Înce, Alî Ozgunduz, Nur Serter û Mahmut Tanal jî heyî di derbarê hinekan de lêpirsîn hate vekirin. Dozgerî dê dîmenan lêkolîn bike û gûmanbara tespît bike.