Rojnameya Fransî ya Le Figaro destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hikûmeta muhafazakar-îslamî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest bi hevdîtina kiriye û her wiha pirsa ; “Enqere her çiqas bi Ocalan re hevdîtinên vekirî pêk bîne jî ji bo aştiyê ji bo kîjan lihevkirinên şênber amade ye” pirsî.
Nivîsa bi Îmzeya Laure Marchand ya bi ser navê ‘Enqere bi PKK’ê re diyalogê vedike’ de wiha tê gotin: “Hikûmeta Muhafazakar-îslamî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dest bi hevdîtinan kiriye.”
Marchand destnîşan kir ku Enqereyê taktîk guhertiye û da zanîn ku ji bo ku dawî li vî şerê ku 30 sal e didome êdî PKK’ê re hevdîtinan pêk tîne. Marchand cih da geşedanên dawî jî.
Rojnameyê cih da van nirxandinan: “Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re derbarê çekdanîna serhêldêran ya di hemû pêvajoyan de gelek girîng e. 1700 girtiyan ji bo ku şert û mercên Rêberê wan bên sererastkirin 68 rojan ketin grevê û di meha mijdarê de grev da sekinandin û vê jî careke din otoriteya wan nîşan daye. Apo ku di tecrîdê de ye nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Parêzer bi hincetên ku koster xerabeye hevdîtina wan tê astengkirin.
Di 3’yê Çile de Parlamenterên kurd Ahmet Turk û Ayla Akat çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Ahmet Turk gotibû ‘Vê carê teqez hêviya min heye’” Rojnameyê got ku ji bilî MHP’ê ya rastgir hemû aliyan ev hewldan di cih de dîtine.