Lavrov: Divê kontrola Efrînê radestî Sûriyeyê bê kirin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov xwest, kontrola Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin radestî Sûriyeyê bê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov îdîa kir ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ti carî negotiye ku hêzên Tirk wê li Efrînê bimînin.

Lavrov diyar kir, piştî êrîşên dagirkeriyê ku ew jê re "operasyon" dibêje, divê Tirkiye kontrola Efrînê bide hikumeta Sûriyeyê.

Lavrov li Moskowayê di civîna çapemeniyê de ji bo pirsekê ev bersiv da: "Erdogan ti carî negot ku Tirkiye dixwaze Efrînê dagir bike. Ji xwe em jî di wê baweriyê de ne ku rêbaza herî hêsan a normalkirina rewşa li Efrînê ew e; piştî ku Tirkan gotin ew gihîştine armancên xwe yên li vê derê, kontrola vê herêmê radestî hikumeta Sûriyeyê bike."

Lavrov îdîa kir ku ji bilî vê yekê di mijara Efrînê de nêrîneke wan a cuda nîne.

PIŞTÎ KU MOSKOWAYÊ RÊ LI BER VEKIR, DAGIRKERIYÊ DEST PÊ KIRIBÛ

Dagirkeriya dewleta Tirk, piştî ku Rûsyayê qada hewayî li Tirkan vekir roja 20'ê Çileyê dest pê kiribû. 18'ê Adarê jî piştî ku sivîlên li ber komkujiyê bûn bajar terikandin, hêzên dagirker ên Tirk tevî çeteyên xwe ketibûn navenda Efrînê. Ji destpêka êrîşên dagirkeriyê ve hêzên dagirker êrîş birin ser sivîlan û binesaziya bajêr. Bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî hezar sivîl birîndar bûn û bi sed hezaran kes neçar man cih û warê xwe biterikînin. Her wiha binesaziya bajêr ên mîna nexweşxane, dibistan û şebekeya elektrîkê hatin bombekirin, cih û warên dîrokî û olî hatin rûxandin, mal û kargehên gel ên li navenda bajêr hatin talankirin. Êşkence, înfaz, revandin û bazirganiya mirovan gelek caran bi destê leşker û çeteyên Tirk hatin kirin.

LI CIVÎNA BILIND A SÊ ALÎ LI SER ÇI AXIVÎN?

Rûsyayê der barê van sûcên li dijî mirovahiyê qet dengê xwe nekir. Berevajî, ji bo rewakirina dagirkeriyê gelek caran daxuyanî da. Balkêş e ku daxuyaniya dawî ya hikumeta Rûs piştî civîna bilind a sê alî ku hefteya bihurî li Enqereyê di navbera Îran, Tirkiye û Rûsyayê de hate kirin.

Roja 6'ê Nîsanê, Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî Beşar Caferî anîbû ziman ku ew hêvîdar in mekanîzmaya sê alî ya ji Rûsya, Îran û Tirkiyeyê pêk tê zextê bikin ji bo Tirkiye yekîneyên xwe yên leşkerî vekişîne. Caferî ji ajansa Spûtnîkê re axivî û xwest, leşkerên dewleta Tirk ji Efrînê werin vekişandin û got, "Divê Tirkiye yekîneyên xwe vekişîne. Hêvîdar im ku di vê mijarê de wê zext li hikumeta Tirk bê kirin. Liv û tevgera Enqereyê ya li Efrînê li dijî biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û pîvanên Tevgera Bêpêwendiyan e."