Lİ Enqereyê şehîdên 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

Cangoriyên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin bibîranîn û peyama “Em ê ala aşitî, demokrasiyê hildin herî jor” hate dayîn.

103 kesên ku di komkujiya ku 10’ê Cotmehê li Enqerê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn li Meydana Garê hatin bîranîn. Merasîma bîranînê ya ji aliyê Saziya Aşitî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekim-Der) hatibû organîzekirin, ji ber şewba vîrûsa koronayê bi hejmareke kêm û bi berçavgirtina yasa mesafeya fîzîkî hate lidarxistin.

Rêveberê 10 Ekîm-Der’ê Îhsan Seylan got: “Em ê li her derê gotina aşitiyê bidomînin” û da zanîn ku ew ê heya dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.

‘EM Ê ALA DEMOKRASÎ Û AŞITIYÊ BILIND BIKIN’

Seylan diyar kir ku pêvajoya çêkirina abîdeya Komkujiya Garê ya 10 Cotmehê ku wê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin Enqereyê bê çêkirin, ji ber şewbê giran diçe û xwest ku beriya demekê pêvajoya çêkirina abîdeyê bê destpêkirin.

Seylan bi wan gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Yên 10’ê Cotmehê li wê derê bûn, ji bo ku li rex yên dilê xwe dane aşitiyê bin li vê derê bûn. Di rêya ku wan bi canên xwe ji me re diyarkirinî de em ê jî ji bo ku wê ala aşitî, demokrasî û kedê rakin hildikn herî jor, têkoşîna xwe bidomînîn. Ne 5, 500 sal jî derbas bibin em ê navên giyanên ku hatin qetilkirin bi bîr bînîn. “

Di çalakiyê de yên di teqîna li Beyrûdê jiyana xwe ji destdanî jî hatin bîranîn.