Kuştinên kar di havînê de jî ranewestiyan

Kuştinên kar di havînê de jî ranewestiyan

Desteya Rêveber a Dev.Maden-Senê da xuyakirin ku di meha Hezîranê de di enama 9 "qezayên" di karê kana madenê de 8 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Sendîkayê diyar kir ku mirinên li kanên madenê di meha havînê de jî ranewestiyan û hevalên xwe yên di bûyerên kuştina kar de bi "rêzdarî" bi bîr anî û êşa malbatan parve kir.

Dev.Maden-Senê ji birîndaran re jî şîfa xwest û destnîşan kir ku ji ber êrîşên li hemberî gel tên kirin, di vê demê de zêdebûna "qezayên kar" ên li kanên madenê ti carî nakevin rojevê. Dev-Maden-Sen'ê ragihand ku di meha Hezîranêd e bi giştî di 9 "qezayan" de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, 5 kes jî birîndar bûne.

DI 5 MEHAN DE 344 KARKER MIRIN

Di vê navberê de li gorî daneyên Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê, di pênc mehên destpêkê yên sala nû de herî kêm 344 kesan di encama "qezayên" kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî vê yekê, di meha Gulanê de 114 kes, di meha Nîsanê de 57, di meha Adarê de 55, di meha Sibatê de 50 û di meha Çileyê de jî 68 kesan jiyana xwe ji dest dan.