Kurteya serdema Erdogan: Gel mir, AKP ma’

Erdogan ê ku ji bo desthilatdariya xwe biparêze ji mirina gelan xwe têr kir di 16 salan de welat kire gola xwînê. Di vê demê de ku komkujî, înfazên bê daraz kêm nebûn, 692 jê zarok 3 hezar û 273 kes hatin kuştin.

Tayyîp Erdogan ku bi gotinên aramî û demokrasiyê 3’yê Mijdara 2000’yan bi tena serê xwe bû desthilatdar ji wê demê û heta niha ji bo desthilatdariya xwe biparêze ji mirina gelan dixwe. Erdogan ê ku 28’ê Adara 2006’an di dmea serhildana Amedê de bi gotina ‘hêzên me yên ewlekariyê jin jî bin zarok jî bin wê tişta hewce bike’ fermana kuştina sivilan dayî  îro jî heman hovitiyê li ser gelên Efrînê dike. Li hundir û derve Erdogan ê ku li dijî Kurdan şer ragihandî, 20’ê Çile bi hewldana dagirkeriyê êrîş bi ser Kurdan de bir. Li Efrînê destkeftiyên Kurd kire hedef, bi fermanda wî di êrîşan de piranî jê jin û zarok 150 sivîl hatin kuştin 298 sivîl birîndar bûn.

3 HEZAR Û 273 SIVÎL HATIN KUŞTIN

Di dema Erdogan de ku ne kêmî serdema darbeyan e gelek suîast, êrîş û komkujî çêbûn. Înfazên bê daraz, ‘faîlên wan mechûl’ di van 16 salan de dom kirin û di binçavan de kes hatin nebedîkirin. Li gorî raporên ÎHD’ê û TÎHV’ê di nabera 2002-2016’an de 692 jê zarok 3 hezar û 273 sivîl ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin. Li gorî raporan 1532 kes dema ku bi ser malan de hatin girtin an jî li kuçeyan, 69 kes di binçav de hatin kuştin. 14 nûçegihan ku di nav wan de xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagu, Midûrê Karê Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Ataş û Rêveberê Giştî yê Agosê Hrant Dînk jî hebûn hatin kuştin.

SPASIYA LI SEREKERKANIYÊ

Bêguman di dema Erdogan de yek ji komkujiya herî mezin jî a Roboskê bû. Li Qilebanê ya Şirnexê, li gundê Roboskê 28’ê Kanûna 2011’an saet 21.20’an 17 jê zarok 34 sivîlên Kurd bi balafirên şer ên Tirk hatin kuştin.  Servet Encû yê ku sax filîtî û bi saxî gihayî gund piştî kut iştên ku bûyî vegot, komkujî saet 01.25’an ji hêla DÎHA’yê ve bi rengê ‘Balafirên şer gudnî kuştin: nêzî 20 kesan hatin kuştin’ nûçe ji dinyayê re ragihand. Piştî komkujiyê serokwezîrê wê demê Erdogan malavayî li Serekerkanê Tirk kir û 29’ê Gulana 2016’an dîsa Roboskê bombe kir. Di bombardûmanê de ku ji hêla Fermandariya Alaya Gulyazî ve hatî kirin Vedat Encû ê 16 salî hate û Yilmaz Encû hatin kuştin. Siwar Encu, Ibrahîm Encû û Ozgur Encû jî hatin birîdarkirin.

DAÎŞ HATE SER DIKÊ

Erodgan dema ku piştî 13 salan 7’ê Hezîrana 2015’an beriya hilbijartina giştî pê derxist ku desthilatdariya wî dikeve talokeyê fersend da çeteyên DAÎŞ’ê ku welet di nav xwînê de bihêle. Li Amed, Pirsûs, Enqere û Dîlokê bi êrîşên bombeyî di nav de piranî jê zarok bi sedan kes hatin kuştin. Di dema kampanyaya hilbijartinê de desthilatdariyê tim HDP kire hedef komên faşîst û 5’ê Hezîranê li Amedê, li mîtînga qada stestonê êrîşeke bombeyî pêk hat û 5 kes hatin kuştin, 402 kes birîndar bûn.

AŞTÎXWAZ KIRIN HEDEFÊ

Piştî êrîşa Amedê vê carê 20’ê Tîrmeha 2015’an bi banga Federasyona Komelên Ciwan ên Sosyalîst ji bo ku alîkariya însanî û pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin 300 ciwan li Pirsûsê kom bûn, dema ku li Navenda Çandê ya Amarayê daxuyanî didan êrîşeke xwekuj hate kirin û di encamê de 33 kes hatin kuştin û 100 kes hatin birîndarkirin.

Li Enqerê 10’ê Cotmea 2015’an jî komkujiyeke mezin a ji dîroka Tirkiyê bû. Di mîtînga aştiyê de ku ji bo şerê Erdogan ê dijî gel re na were gotin êrîşeke bombeyî pêk hat, di encamê de 105 kes hatin kuştin û 460 kes birîndar bûn. Piştî komkujiyê Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû ji bo ku bersivê bide rexneyên li ser hikûmetê got bê ka çima tevdîr nestandina û got, ‘’Di dest me de lîsteya bombeyên xwekuj hene lê heta ku çalakiyê nekin em nikarin wan bigirin.’’

Li Dîlokê ku yek ji hêlîna DAÎŞ’ê bû 20’ê Tebaxa 2016’an êrîşeke bi ser daweteke Kurdan de bû û di encamê de 40 jê zarok 57 kes hatin kuştin, 13 jê bi giranî 64 kes hatin birîndarkirin.

DOJEHA ZAROKAN

Heke gotin li cih be di dema Erdogan de zarokên pêçekê jî di talokeyê de bûn, 692 zarok hatin kuştin. 21’ê Mijdara 2004’an Ugur Kaymaz ê 12 salî, li Mêrdînê Qoserê li gel bavê xwe Ahmet Kayzam dema ku li ber malê bûn ji hêla polîsan ve hatin kuştin. Polîsan ku xwestin xemla şer bidin kuştinê li ber Ugur keleşkofek danîn. 28’ê Adarê di serhildana Amedê de Erdogan bi gotina ‘jin jî be zarok jî li ber wan nenerin’ ferman da hêzên dewletê û 7 zarok kuştin ku di nav wan de Fatîh Tekîn ê 3 salî, Enes Ata ê 6 salî, Mahsûm Mizrak ê 17 salî û Abdûllah Duran ê 9 salî jî hebûn. Li Cizîrê 9’ê Cotmeha 2009’an dema ku diya wî ew şîr dika bebikê 18 mehî Metmet Uytûn di hembêza diya xwe de bi bombeyeke gazê hate kuştin.

LEHENGÊN ERDOGAN!

Li Licê ya Amedê li gundê Xambaz 28’ê Îlona 2009’an dema ku pezê xwe diçêrand Ceylan Onkol a 12 salî bi berê hawanê hate kuştin. 16’ê Hezîrana 2013’an polîsan Berkîn Elvan ê 14 salî kuşt. 28’ê Hezîrana 2013’an li Licê Medenî Yildirim ê 18 salî bi pankarta ‘Em aştiyê dixwazin’ û çêkirina qereqola Licê şermezar dikir ji hêla leşkeran ve, ku li gel reşandin, hate kuştin.

Dema ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan re hevdîtian dom dikir dewleta Tirk ranewstiya. Piştre diyar bû ku pêvajoyê bi mebesta tasfiyekirinê didomîne, dewletê 14’ê Çile yê 2015’an li Cizîrê Nîhat Kazanhan ê 12 salî kuşt. Polîs û leşkerên ku zarok dikuştin dev ji darizandinê biqerin ji hêla Erdogan ve pirpirîkên wan hatin zêdekirin û ew kirine leheng.

SÛCÊ MIROVAHIYÊ HATE KIRIN

Erdogan 30’ê Cotmeha 2014’an piştî ku bi plana ‘Çokşikandinê’ di  Lijneya Ewlehiya Millî (MGK) de starta şer da Kurdan xwerêveberî ragihandin. Li Sûr, Farqîn, Bismil, Cizîr, Silopya, Hezex, Nisêbîn, Kerrboran, Gimgim, Geverê li dijî xwerêveberiyê êrîşên qirker anîn. Erdogan ê ku çavê wî li xwerêvebriya Kurdan bar nebû piştî gotina, ‘’Ya hûn ê serî bitewînin an jî serî bidin’ 72 jê zarok 338 sivîl hatin kuştin. Bi hezaran endamên JOH/POH’ê Cizîr dagir kirin, ku di nav wan de Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnc û Asya Yuksel hebûn bi sedan kesên sivîl di jêrzemînan de hatin şewitandin. Her wiha bebika Mîray a 3 mehî û kalikê ê yê 75 salî Ramazan Înce ji hêla segvanan ve bi hedef hatin kuştin.

KOMKUJÎ JI HÊLA NY’YÊ VE BÛNE RAPOR

Li Silopya 19’ê Kanûna 2015’an dayika 11 zarokan Taybet Înan a 57 salî li ber malê hate kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. 5’ê Çile jî Hevseroka Meclîa Gel a Hezexê Pakîze Nayir, Endama Rêveberiya KJA’yê Sêvê Demîr û endama KJA’yê Fatma Ûyar ji hêla hêzên dewletê ve hatin kuştin. Li Nisêbînê dayika 5 zarokan Selamet Yeşîlmen û Fatma Ateş a 57 salî li Sûrê ji hêla tîmên taybet hatin kutşin.

Di dema ‘qedexeya derketina derve’ de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku di CNN Turkê di weşana zindî de gotî ‘PKK ne rêxistina terorê ye, tevgereke çekdar û siyasî ye’ bi rojan ji hêla derdora desthilatdariyê ve bû hedef û 28’ê Mijdara 2015’an li Sûrê dema ku daxuyaniya çapemeniyê dida ji hêla êrîşeke suîkastê ve hate kuştin. Komkujiyê ku di dema ‘qedexeya derketina derve’ de sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin ji hêla NY’ê ve bûne rapor.

SUÎKASTÊN LI DIJÎ NÛÇEGIHANAN DEWAM KIR

Di dema Erdogan de suîkastên  li dijî nûçegihanan jî berdewam kir û 14 nûçegihan hatin kuştin. Rêveberê Giştî yê Agosê Hrant Dînk piştî nûçeya bi navê ‘Sirra Sabîha Hatûn’ ji hêla Serekerkaniya Tirk û medyaya Tirk ve bû hedef.  Derbarê Dîn bi îdîaya ku Tirkbûn kêm kiriye bi xala 3001’an a TCK’ê doz lê hate vekirin û 19’ê Çile li ber rojnameya xwe hate kuştin. Xebatkarê Azadiya Welat Kadrî Bagdû li Seyhan a Edenyê 14’ê Cotmeya 2014’an dema ku rojname belav dikir ji paş ve gule berdanê û hate kuştin. Her wiha di dema ‘qedexeya derketina derve’ de Midûrê Karê Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş ji hêla hêzên dewletê ve hate kuştin.

JI PIŞT VE LI WAN DAN Û EW BI SAXÎ ŞEWITANDIN

Di dema Erdogan de 1532 sivîl dema ku bi ser malan de girtin, li kuçeyan, 69 kes di dema binçav de hatin înfazkirin. Xwendekarê Zanîngê Aydin Erdem 6’ê Kanûna 2009’an di dema çalakiya protestoyê ya girtina DTP’ê de ji pişt ve hate kuştin. Birayê wî yê mezin Rêveberê Navçeya Qoserê yê DBP’ê Cengîz Erdem 12’ê Çile yê 2016’an dema ku di wesayita xwe ya taybet de bû ji hêla tîmên taybet ve hate kuştin. 18’ê Cotmeya 2015’an polîsan dema ku bi ser malê de girtin Dîlek Dogan a 25 salî kuştin. Li Xaçorta Wanê 19’ê Nîsana 2016’an tîmên taybet bi ser malekê de girtin Remziya Bor a 8 mehî ducanî bû, birîndar bû û piştî 28 rojan mir. 18’ê Mijdara 2016’an li Erdîşê ya Wanê polîsan li Agamastê bi ser mala Ataman de girt, xanî şewitandin û Hediye Ataman bi saxî şewitandin. Di dema serdegirtina malan de hêzên dewletê sivîlên ku dikuştin bi rengê ‘endamên rêxistinê’ didan.

JI BILÎ KUJERAN HER KES SÛCDAR E

Polîsên ku Erdogan rayeya kuştina bê sînor dayî wan 12’ê Gulana 2010’an li Muglayê Siktî Koçman, xwendakrê zanîngehê û Şerzan Kurt ê 21 salî kuştin. Dadgehê di dema bûyerê de keviravêtin weke ‘tehrîk’ bin av kir û di rûniştina dawî de înfaz anî asta ‘birîndarkirina giran’ û polîsê kujer berda. Xwendekarekî dî yê ku ji hêla polîsan ve hatî kuştin Kemal Kurkut bû. 21’ê Adara bihurî li Newroza Amedê xwendekarê zankoya Înonuyê ji hêla polîsan ve hate kuştin. Walîtiya Amedê piştî bûyerê di cih de got Kurkut ‘bombeyê zindî’ ye. Piştî derewa Walî bi rojekê nûçegihanê dîhaberê Abdûrrahman Gok wêneyên kuştina Kurkut da. Kujerê Kurkut jî weke polîsên dî nehatin girtin.

MADAYLA ‘ŞEREF’Ê DANE NEJDETÊ KÎMYEWÎ

Erdogan ne tenê li Bakur êrîşên îmhayê bire ser Kurdan. Gelek caran li Qendîlê jî jîgehên sivîl da bombekirin. 21’ê Tebaxa 2011’an li Kortekê wesayiteke sivîl kirin hedef. Di wesayitê de7 kes ji malbatekê ku di nav de bebika Solîn a 6 mehî jî hebû hatin kuştin. 1’ê Tebaxa 2015’an balafirên şer ên Tirk êrîş bi ser               Qadên Parastinê yên Medyayê de birin û gundê Zergeleyê yên Qendîlê bombe kirin. Di encamê de 8 sivî hatin kuştin, gelek jê bi giranî 14 kes birîndar bûn. Serekerkanê Tirk Necdet Ozel ku bi komkujiyên Kortek, Roboskê, Zergeleyê û bi êrîşên kîmyewî yên ser gerîla dihate nasîn ji hêla Erodgan ve bi madalyay ‘şeref’ê hate xelatkirin.

JI BO ÇETEYAN XIZMETA VÎPÊ, JI BO KURDAN GULE

Di dema Erdogan de her cure rengê mirinê bûbû tiştekî ji rêzê, înfazên li ser sînor bûne sîstematîk.  Hêzên dewletê ku dema çeteyên DAÎŞ’ê ji sînor derbas dibûn û êrîş dibirin ser Rojava xizmeta VÎP’ê dida çeteyan dema ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin 22 jê zarok 165 kes bi hinceta ‘sînor binpê kirine’ hatin kuştin. 16’ê Mijdara 2013’an tîmên taybet dema ku ji Qamişo dixwestin derbasî Nisêbînê biin 3 Rojavayî yên bi navê Amîr Ehmed Abdulalh û birayê wî Yasîr Ehmed Ebdûllah û Mihemez Zahîcîr  Amîr kuştin. 18’êGulana 2014’an j îli Dêrikê dema ku dixwestin derbasî Cizîrê bibin leşkrên Tirk Medhat Derwîş li gel du zarokên xwe yên 6 salî û 7 salî hatin kuştin û her wiha jineke bi navê Saada Darwîc a 28 salî hatin kuştin.

QET QÎMA XWE PÊ NEANÎ, JI BER KU..

Dewleta Tirk ku ji berê ve kuştin, mêtin, xilaskirin dayî ber xwe vê carê jî bi desthilatdariya AKP’ê ev karekterê xwe bi qasî beloqtir kir.  Di van çîrokên jor de di van kuştinên bi xwîndarî de tengijîn heye. Faşîzm ji hêlekê ve dinyayeke zalim a bê ser û ber xeyal dike û ev qonaxên wê û dema wê nîşana qilqilîn û heqjêderketinê ye. Heke bixwesta ku civakeke bê rêxistinî rêve bibe li şûna ku sivîlan bikuje wê wê serî bida amûrên dî yên zextê. Ji ber ku rastî civakeke wiha hat ku nekarî radest bigire – ji ber sedema ku ji çanda demokratîk bê par e- di navbera wê hîsê de ku ‘nizane çi bibe’ û ‘xwe nezaniyê’ de her ku çû hovtir bû. Weke wampîrekî bawer kir temsîla herî vekirî ya girêdana tirs û êrîşkariyê ye û tenê bi xwînmijînê dikare li ser piyan bimîne.