Kurkçu qedexeya weşanê ya li ser girtiyan bir Meclîsê

Kurkçu qedexeya weşanê ya li ser girtiyan bir Meclîsê

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu têkildarî qedexeya weşanê ya li ser girtiyan hate danîn, bi armanca Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bibersivîne pêşnûmeyek anî rojeva Meclîsê.

Parlamenterê HDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu têkildarî qedexeya weşanê ya li ser girtiyan hate danîn, bi armanca Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag bibersivîne pêşnûmeyek anî rojeva Meclîsê û da zanîn ku çapemeniya muxalîf hedef tê giritn.

ÇIMA NIHA?

Kurkçu ev pirs ji Wezîr Bozdag pirsî:

"Gelo sedem çi bû ku Wezareta Dadê beriya niha ev qedexeyê pêk neanî? Gelo sedem çi ye ku niha pêk tê?

Weşana bêpere çawa ewlehî û rêkûpêkiya girtîgehan dixe xeteriyê? Ger pere bê dayin wê çawa ewlehî û rêkûpêkiya girtîgehan bê pêanîn?

Armanca ji “qutbûn û birîna têkiliya bi rêxistinan” re çi ye? Ger girtî û hukûmxwarî ji bo weşanê pere bidin wê ev qutbûn pêk neyê?

Navê weşanên ku ketine çarçoveya qedexeyê çi ne? Ev qedexe ji bilî weşanên çep/sosyalîst hemû weşanên din digire nava xwe?

Piştî vê qedexeyê, gelo tê plankirin ku ji bo pirtûkan jî ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Ceza û Girtîgehan ve bê qedexekirin an na?

Gelo bi ya we ev qedexe azadiya çapemeniyê, raman û îfadeyê sînordar nake û ji aliyê wezareta we ve bi vî awayî nehatiye nirxandin? Ger hatibe nirxandin encamên vê nirxandinê çi ne?