Kurê Guven: Ew baweriyê bi rojên xweş tîne

Kurê Leyla Guven, Mûstafa Temîzkan hate serdana çalakiya greva birçîbûnêya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê û peyama diya xwe ragihand ji çalakgeran re.

Mûstafa Temîzkan ê ku kurê Leyla Guven e ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd ketiye çalakiya greva birçîbûnê, hate serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Temîzkan got ku, “Ew li ber xwe dide û bawer dike ku ew ê bi ser bikeve. Ew bawer dike ku em ê hemû bi ser bikevin.”

Kurê Leyla Guven, Mûstafa Temîzkan hate serdana çalakiya greva birçîbûnêya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê û peyama diya xwe ragihand ji çalakgeran re.

‘GREVA BIRÇÎBÛNÊ HÊZÊ DIDE WÊ’

Temîzkan diyar kir ku diya wî 67 roj in di greva birçîbûnê de ye û got ku, “Diya min ji bo rakirina tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê. Ocalan ji bo ku karibe bi parêzer û malbata xwe hevdîtinê pêk bîne, grevên birçîbûnê tên lidarxistin.”

Temîzkan derbarê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê jî axivî û got ku, “Min peyama diya xwe ragihand ji hevalên li vê derê.”

Temîzkan bal kişand ser vî tiştî ku diya wî 67 roj in li ber xwe dide û got ku, “Ew li ber xwe dide. Baweriyê bi vî tiştî tîne ku ew ê bi ser bikevin û bawer dike ku rojên xweş nêz in.”