Kurdistaniyên li Yewnanistanê ji bo Ocalan banga çalakiyê kirin

Meclîsa Gel a Yewnanistanê jî ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanî û dostên wan yên li Yewnanîstan dijîn banga çalakiyan kir.

Meclîsa Gel a Yewnanistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt diyar kir;

“Piştî rewşa tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, nûçeyên ku qala jiyana wî dikin derdikevin. Em bi vekirî dibêjin her rewşa neyênî ya li dijî Rêber Apo berpisyariya wê Erdogan û çeteyên wê yên ji vê re bêdeng diminin, sazî û desteyên navneteweyî ne, yên ku ji vê re çavê xwe digirin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku îşev saet 21:00’an de werin Qada Syntagma ya li pêşiya Meclîsa Yewnanistanê. Çalakiyên me heta bigihêhe encamê, ew ê bidome.”