Kurdistaniyên li Ewropayê lenet li komkujiya li Dîlokê anîn

Komkujiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Dîlokê bi piştgiriya AKP'ê kir û di encamê de 51 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Ewropayê hat şermezarkirin. Kurdistaniyan bi çalakiyan lenet li komkujiyê anîn.

Komkujiya DAIŞ'ê ya li Dîlokê bi piştgiriya AKP'ê kir û di encamê de 51 kesan jiyana xwe ji dest dan, li Ewropayê hat şermezarkirin. Kurdistaniyan bi çalakiyan lenet li komkujiyê anîn.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, li ser banga pêkhateyên HDK'ê, Kurdistanî û dostên wan li meydana Kottbûsser Tor a li Kreûzbergê li hev civiyan û lenet li komkujiyên DAIŞ li Kurdistanê dike, anîn.

Nûnerên NAV-DEM Berlîn, ATÎK, ATÎF, PYD Berlîn, Antîfaşîstên Elman, Dîe Lînke (Partiya Çep) û Partiya Pîraten jî beşdarî çalakiya protestoyî bûn. Di axaftinê li qada çalakiyê de hat ragihandin, faşîzma DAIŞ'ê û ya AKP/Erdogan yek e. Qisekeran gotin, "Komkujiyên DAIŞ li Kurdistan û Tirkiyeyê dike, bi agahdarî û li ser daxwaza desthilatdariya AKP/Erdogan tên kirin. Em kujeran baş nas dikin û li dijî faşîzmê em ê li rex hev têbikoşin."

FRANKFÛRT

Li Frankfûrtê, bi beşdariya 100 kesî li Zeîl a li navenda bajêr çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên mirovên di komkujiya li Dîlokê de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin û dirûşmên "Kujer Erdogan", "Tirkiye fînanse dike, DAIŞ lê dide" hatin qîrîn. Çalakî bi qîrîna dirûşma "Şehîd Namirin" qediya.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, komkujiya li Dîlokê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. Beşdarên çalakiyê bi dirûşmên xwe bal kişandin ser hevkariya DAIŞ û AKP'ê. Rêxistinên şoreşger jî destek dan çalakiyê.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, bi însiyatîfa DEM-KURD û Meclîsa Jinê ya Ronahî meşek û measîmeke bîranînê hat lidarxistin. AGÎF, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Partîzan, ATÎK, SYKP û gelek saziyên li vê herêmê destek dan çalakiyê. Girseya gel a li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Baselê li hev civiya, bi qîrîna dirûşman û pankartên li ser mijarê hatin amadekirin, ber bi Parlamenta Baselê ve meşiya. Li vê derê find hatin vê xisitn û mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. Di çalakiyê de komkujiya ku mirovên sivîl hedef girt, hat şermezarkirin.

BERN

Li bajarekî din ê Swîsreyê Bernê, komkujiya li Dîlokê ji aliyê Ciwanên Kurd û Tevgera Jinan ve hat şermezarkirin. Girseya gel a li Bern Bahnhofplatzê li hev civiya, komkujî protesto kir. Li vê derê daxuyaniyek hat dayîn û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

LOZAN

Bi însiyatîfa Tevgera Jinên Kurd li Lozanê, bi qasî 100 kes li ber Gara Trenê ya Lozanê li hev kom bûn û çalakiyek lidar xistin. Bi dowîzên hatin bilindkirin û dirûşman, komkujiya li Dîlokê hat şermezarkirin.

...