Kurdistaniyên li Ewropayê dê Yeketiya Rojnamevanan ava bikin

Kurdistaniyên li Ewropayê dê Yeketiya Rojnamevanan ava bikin

Di konferansa li paytextê Belçîka Brukselê pêkhat, biryar hate girtin ku rojnamevanên Kurdistanî yên li Ewroapyê Yeketiya Rojnamevanên Kurdistanê ava bikin.

Biryarên konferansa ku li Parlementoya Flamana ya li Brukselê hatin aşkera kirin. Konferansê biryar girt ku rojnamevanên Kurd yên li Ewropayê dê li derdora Yeketiya Rojnamevanên Kurdistanê xwe birêxistin bikin, her wiha rêveberiya hewildanê jî hate hilbijartin.

Li gorî biryaran Hesen Gazî, Meral Çîçek, Gunay Aslna, Heval Arslan, Necîbe Qeredaxî, Amed Dîcle, Dîler Akreyî bûne rêveberên hewildanê û dê destpêkê rêziknameya Yeketiya Rojnamevanên Kurdistanê amade bikin.

Li gel vê pêngavê dê nûnerên welatên Ewropa bêne diyarkirin, li welatên ku lê ne dê rojnamevanên Kurdistanî tevlî xebatên yeketiyê bikin.