Kurdistaniyên li Bonnê dijîn dengê 'NA' dan
Kurdistanî, ji bo dengê xwe bidin, bi reya otobusan berê xwe didin konsolosxaneyên ku sindoq lê hatine danîn.
Kurdistanî, ji bo dengê xwe bidin, bi reya otobusan berê xwe didin konsolosxaneyên ku sindoq lê hatine danîn.
Hilbijêrên li bajarê Bonn ê Elmanyayê dijîn, hem bi wesayîtên xwe, hem jî bi otobusan çûn Konsolosxaneya Tirk a li Kolnê û dengê xwe dan.
Endamê Platforma NA ya NRW Halîm Barcadûrmûş, bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û anî ziman, ev rojbûn rojbûna gelekî ye, lewma gelekî girîng e. Barcadûrmûş diyar kir, di referandûmê de divê teqez dengê 'NA' bi ser bikeve, di rewşeke berevajî de wê ji bo hemû gelan rewşeke gelekî xetere derkeve holê.
Hevseroka Meclîsa Gel a Bonnê Ayda Kiliç jî anî ziman, divê dengdêrê 'NA' derdora û xizmên xwe îqna bike. Kiliç diyar kir, Kurdên ku dengê 'erê' bidin, wê komkujiya jin û zarokan erê bikin, wê zîhniyeta DAIŞ'ê ya li Rojhilata Navîn erê bikin, wê bibin şirîk ji vê barbariyê re. Kiliç got, "Dibe ku referandûm nebe serketina misoger an jî têkçûna misoger. Lê belê di nava rastiya sedsala 21'an de ne ya qebûlkirinê ye ku dîktatorî were erêkirin."
Ji hilbijêran Resûl Açikgoz jî anî ziman ku wê dengê 'NA' bide û ji bo sedema dengê 'NA' jî got, "Ji ber ku sîstemeke bi serdestiya şexsekî tenê naxwazim, ji bo aştiyeke mayînde, ji bo bajarên me yên hatine şewitandin û xerakirin, ji bo dijderketina li kuştina jin û zarok û dayikên me, ez ê bêjim 'NA'. Ez dixwazim ji gelê me yê li Ewropayê, bi taybetî yê li Elmanyayê re vê bêjim. Bila guh bide wijdanê xwe bêje 'NA'. Ji bo pêşî li vê dîktatoriyê bigire, lazim e bêje 'Êdî bes e' û dengê NA bidin."
Kurdistaniyên ku heta danê êvarê dengê xwe dan, bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî" û bi stranan vegeriyan bajêr.