'Armanca êrîşên li ser Efrînê temamkirina komployê ye'

Kurdistaniyên li Ermenîstanê komploya navneteweyî şermezarkirin û gotin, serketina Efrînê wê rê li ber azadiya Ocalan û gelê Kurd veke.

Komploya navneteweyî ya 15 Sibatê 19 sal li pey xwe hişt û Kurdistaniyên li Ernenîstanê dijîn bi wesîleya salvegera komployê li Êrîvanê civînek pêk anîn. Civîn ji aliyê Komîteya Kurdistanê ve hate organizekirin û serokê Şewra Kurdên Ermenîstanê Kinyasê Hemît, seroka Komîteya Kurdistanê Jinika Qadir û edamê Komîteya Kurdistanê Davut Karasu civîn bi rê ve birin.

'FELSEFEYA RÊBER APO YEKÎTÎYA GELÊ KURD XURT KIR'

Kinyasê Hemît derbarê komploya li ser Ocalan axivî û got: "Rêber APO bi felsefeya xwe ya nû ev kompolo pûç kir û yekîtiya gelê me xurt kir. Li Efrînê gelê me berxwedaneke bêhempa li hember êrîşên hovane yên dewleta Tirk dide û em vê yekê baş dibînin. Piştî referandûma Kurdistanê me dît ku beyî artêşa Iraqê bighêje bajarê Kerkûkê, tevahî peşmerge û gelê Kerkûkê bajar berda. Lê gelê me yê li Efrînê bi felsefeya Rêber APO li hember roma reş dewleta Tirk ev 26 roj in li ber xwe dide û wê bi ser jî bikeve.

Ji ber vê yekê em dibînin ku dewleta Tirk û hevalbendê wê dixwazin komploya 15'ê Sibatê li Efrînê temam bikin. Gelê Kurd û yê Rojava wê projeya hêzên komploger a tinekirina gelê Kurd pûç bikin."

'ARMANCA ÊRÎŞÊN LI HEMBER EFRÎNÊ TEMAMKIRINA KOMPLOYÊ TE'  

Endamê Komîteya Kurdistanê Davut Karasu jî destnîşan kir ku hêzên komploger xwestin bi komployê gelê Kurd tine bikin, lê Ocalan û PKK'ê ev plana komployê pûç kirin û wiha pê de çû: "Hêzên komploger nihajî dixwazin bi êrîşên li ser Efrînê komployê temam bikin. Lê gelê Efrînê û hêza Apoger wê komployê li Efrînê bi temamî pûç bike û Rêber Apo, gelê Kurd bighêjin azadiya xwe."

Davût Karasû di dawiya axaftina xwe de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li hember Efrînê û hevkariya Rusyayê ya di êrîşa de şermezar kir.

'KOMPLOYÊ ŞERMEZAR DIKIN, BERXWEDANA EFRÎNÊ SILAV DIKIN'

Seroka Komîteya Kurdistanê Jinika Qadir jî diyar kir ku weke Kurdên Ermenîstanê dilê wan bi qewimînên li Kurdistanê têşê û wiha pê de çû: "Ev 19 sal in ku Rêberê me di bin tecrîda herî giran de ye. Em azadiya Serokê xwe dixwazin. Komploya li dijî Rêberê xwe em şermezar dikin. Berxwedana Efrînê ya ku 26 roj e li hember dewleta Tirkî û hevalbendê wê Rusyayê li ber xwe dide, em ji dil û can wan silav dikin, dewleta Tirk û Rusyayê bi tundî şermezar dikin."

Beşdarên civînê jî fikrê xwe yên derbarê komplo û êrîşên li hember Efrînê anîn ziman. Wan jî komplo bi tundî şermezar kir û piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê diyar kirin.

Civîn bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Efrînê" bi dawî bû.