Kurdistanî û dostên wan ji bo Efrînê li qadan in
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê, li Ewropa bi çalakiyên girseyî tê protestokirin.
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê, li Ewropa bi çalakiyên girseyî tê protestokirin.
Li paytexta Fransa Parîsê Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Sefaretxaneya Rûsya çalakiya xwedîderketina li Efrînê lidardixin.
Di çalakiya li pêşiya sefaretxaneya Rûsya yê de çalakgeran dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan, Pûtîn piştgiriyê dide’ û ‘Kujer Pûtîn’ berz dikin. Polîsan derdora çalakgeran dorpêç kir.
Nûnerên Platforma Xwedîderkaitna Efrînê ya Parîsê bang li her kesê dike ku li pêşiya sefaretxaneya Rûsya kombibin.
CARDIFF
Li paytexta herêma Galler Cardîff ya Îngîlteryê Kurdistanî û dostên wan bi meşekê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê protesto kirin.
Çalakgeran êrîşên bi ser Efrînê şermezarkirin bang li hikûmeta Îngîltereyê kir ku bi firotina çekan û piştgirîdayîna Tirkiyeyê Kurd û mirovahî têne kuştin.
HULL
Li herêma Hull a Îngîltereyê Kurdistanî û dostên wan bi çalakiya bêîteatiya sivîl êrîşên bi ser Efrînê şermezar kirin.
Di peyamên di çalakiyê de hatî dayîn de hate gotin ku ji bûyerên dawî em bi fikarin, eger komkujiyek were kirin wê ti kes ji binê vê de ne rabe.
VIYANA
Li paytext Viyana ya Avûstûryayê Kurdistan û dostên wan li pêşiya NY’yê kom bûn û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk proetesto kirin.
Kurdistaniyên ku di pêşengtiya NCDK a Viyanayê de kom bûn pankartên êrîşên dewleta Tirk a qirker protest dikin vekirin û dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Tirkiye ji Kurdistanê bi cehenime” û “Bijî Efrîn” qîr kirin.
DAN HAAG
Li bajarê Dan Haag a Hollandayê jî Kurdistanî û dostên wan di çalakiyan de bûn. Kurdistaniyên li pêşiya Parlementoya Hollandayê ko bûn. Ciwanên Kurdistanî jî li pêşiya parlementoyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya hefteyekê kirin.