Kurdistanî û dostên wan ên li Hannoverê xwedî li Efrînê derketin

Kurdistanî û dostên wan ên li Hannoverê, dagirkirina Efrînê şermezar kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku berxwedan derbasî qonaxeke nû bûye.

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe li balafirgehê li hev civiyan û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk şermezar kirin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Ronahî ve hate organîzekirin. Di dema çalakiyê de polîsan xwestin girseya gel ji balafirgehê derxînin derve, lê girseyê li ber xwe da. Çalakgeran alên YPG/YPJ'ê hildan. Di çalakiyê de rayedarên Turkish Airlinesê xwest provokasyonê bikin.

Endama Meclîsa Jinê ya Ronahî Alya Ekinci got, "YPG-YPJ-QSD'ê gel ji nava xeteriyê derxist û niha ji bo taktîka gerîla amade ye. Ew şexsê ku li benda ketina Kobanê bû, wê bibîne ku Enqere wê bikeve."

Ekinci diyar kir, artêş û çeteyên Tirk li Efrînê dest bi talanê kiriye.

JI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ RE HATE GOTIN: WÊ BIBE BELAYÊ SERÊ WE

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) Ayfer Amara jî bêdengiya saziyên navneteweyî şermezar kir û got, "DAÎŞ wê bibe belayê serê we. Wê wextê gel wê bêdengiya we qebûl neke. Baweriya di navbera gel û we de wê biqede."

Ji NAV-DEM'ê Altun Bischoff jî bal kişand ser êrîşa li peykerê Kawayê Hesinkar û got, "Ruhê Kawayê hesinkar wê we têk bibe. Bi bahoza ji agir a Kawayê Hesinkar hûn ê ji holê rabin."