'Kurdistanî û dostên wan alîkariyên ji bo Kobanê didomînin'

'Kurdistanî û dostên wan alîkariyên ji bo Kobanê didomînin'

Heyva Sor a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Kurdistaniyên li Ewropa û dostên wan bi hestiyariyeke mezin alîkariya gelê Kurd yê Kobanê dikin.

Rêveberiya saziya alîkariya mirovahî Heyva Sor a Kurdistanê da zanîn ku alîkariyên hatine komkirin ji koçberên Kobanê û welatiyên di bin dorpêça çeteyên hov ên DAIŞ’ê de ne re tên şandin û bang li Kurdên Ewropa kir da ku vê alîkariya xwe dewam bikin.

Rêveberiya Heyva Sor  a Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bi bîr dixe ku ji 15’ê Îlonê ve rêxistina tûndrew ya binavê DAIŞ’ê bi rêbazên dij mirovahî û çekên giran êrîşî herêma Kobanê dike û ji ber  vê êrîşê heta niha bi sedan kesî jiyana xwe ji dest daye û bi deh hezaran welatî jî, ji neçarî koçberî bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê bûne..

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin:

“Di wan rojên ku gelê Kurd yê Ewropa ji bo dermankirina birînên gelê Şengalê di nava hewldanan de bû, li dijî herêma Kobanê êrîşên hovane destpêkirin. Ji ber van êrîşan, bi sedan gundên Kurdan ên li derdora kobanê hatin dagirkirin û malên welatên sivîl hatin talankirin. Her wiha zarok, jin, pîr û kal jî di nav de, bi dehezaran welatî ji ber zilma DAIŞ neçar man ku derbasî aliyê Bakurê Kurdistanê bibin û vê gavê di nava şertên giran de debara xwe ya jiyanê dikin.”

Rêveberiya HSK ragihand ku wan ji ber lezgînî û kambaxiya rewşê, yekser ketine nava hewldanan û kampanya alîkariya ji bo welatiyên Kobanê dane destpêkirin û wiha dewam kir:

“Wek tê zanîn li hemberî dorpêçkirina herêma Kobanê saziya me destpêka meha Tebaxê dest bi kampanya alîkariya lezgîn kiribû. Di encamê de nêzî milyonek Euro yên hatin berhevkirin, ji bo bicihanîna pêdiviyên jiyanî yên gelê Kobanê hatin bikaranîn. Her wiha ji bo Kurdên Êzîdî yên Şengalê ku li Rojava û Bakurê Kurdistanê bicih bûne,  bi buhayê 500 hezar Euro çadir, cil û berg û pêdiviyên jiyanê hatin şandin.”

Rêveberiya HSK diyar kir ku bi êrîşa 15 Îlonê ya li dijî herêma Kobanê, Kurdistaniyên li Ewrûpayê û dostên wan bi înîsiyatîfa xwe alîkarî dane Heyva Sor a Kurdistanê da ku ji bo gelê Kobanê bişîne û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî:

“Di vê pêvajoya girîng de, Kurdistaniyên li Ewropayê bi hestiyariyeke mezin tevlî kampanya  bûn. Her weha di serî de Civaka Îslamî a Kurdistanê ku alîkariyên qurbanê şandin rojava, Komeleya Gundiyên Karerê yê Çewlikê ku 5000 Euro alîkarî da kampanya Kobanê  û tevahiyê welatiyê xêrxwaz  piştgiriyeke mezin dan gelê Kobanê. Ji ber vê helwesta bi rûmet em malavahiya van derdoran dikin û bang li Kurdên Ewropayê dikin da ku navberê nedin xebatên xwe yên alîkariya Koban û Şengalê.”