Kurdistanî tevî dostên xwe li Monpellierê ji bo Efrînê meşiyan

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarê Montpellier ê Fransayê bi çalakiyekê hatin şermezarkirin.

Meşa Kurdistanî û dostên wan ji Parka Peyrou Pitotê dest pê kir û heta meydana Comedie dewam kir.

Di meşê de tim û tim dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê", "Em hemû PKK'yî ne", "Statu ji Kurdistanê re", "Efrîn bi tenê nîne", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê", "Kujer Erdogan", "Her der Efrîn e, her de berxwedan e" hatin qîrîn.

Girseya gel li meydana Comedie rêya tramvayê girt û hemû sefer sekinand.

Siyasetmedarê Kurd Cevat Guneş li vir axivî û got, heta ku êrîşên qirkirin û dagirkirinê yên il ser Efrînê biqedin wê çalakiyên wan bê navber dewam bikin. Guneş got, "Bêdengiya dewletên Ewropayê ne ya qebûlkirinê ye. Bêdengiya dewletên Ewropayê tê wateya hevkariya komkujiyê."

Li Montpellierê wê îro danê êvarê saet 18'an li meydana Comedie çalakî bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hate kirin.