Kurdistanî: Sivîl tên kuştin, bêdeng nemînin

Kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan û bang li hêzên navneteweyî kirin ku li pêşberî kuştina sivîlan bêdeng nemînin.

Kurdistanî li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan û bang li hêzên navneteweyî kirin ku li pêşberî kuştina sivîlan bêdeng nemînin.

HILDESHEIM: Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe li ber gara trenê li hev civiyan û rêxistinên çep ên Elman destek dan çalakiyê. Girseya gel nerazîbûn nîşanî komkujiyên li Efrînê da û bang li hêzên navneteweyî kirin ku li pêşberî kuştina sivîlan bêdeng nemînin. Qisekeran gotin, "Rojava dengê hemû gelên cîhanê ye. Êrîşa li ser kantona Efrînê êrîşa li dijî hemû gelan e."

KASSEL: Kurdistaniyên li bajarê Kasselê yê Elmanyayê dijîn, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê saetekê rê li trafîkê girtin. Girgseya gel çarrêya li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Kasselê rê li trafîkê girtin û destek dan Efrînê.

HELSINKI: Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî Efrînê, komek ji Kurdistaniyan ber bi Konsolosxaneya DYA ya li Helsinki meşiya. Bi navê girseya gel, dosyayek li ser mijarê radestî rayedarên konsolosxaneyê hate kirin. Çalakiyên Kurdistaniyên ên ji bo Efrînê di çapemeniya Fînlandiyayê de cihekî berfireh digirin. Beşek ji dîmenê çalakiyan, li panoyên reklamê yên li stasyonên metro û trenê bi şev û roj tên weşandin.

GRAZ: Êrîşên li ser Efrînê li bajarê Grazê yê Awûstûryayê hatin şermezarkirin. Çalakgeran berxwedana serdemê silav kirin û desteka dewletên Ewropayê ya ji bo êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî belavok hate xwendin û dirûşmên "Kujer Erdoğan", "Terorîst Tirkiye"," Bijî Efrîn", "Bijî YPG" hatin qîrîn.