Kurdistanî li Stockholmê ji bo azadiya Ocalan meşiyan
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, bi wesîla 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek li dar xistin.
Kurdistaniyên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, bi wesîla 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û mîtîngek li dar xistin.
Kurdistanî û dostên wan, saet di 13:00 de ji meydana Norra Bantorget a li ber avahiya Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Swêdê dest bi meşê kirin, wêneyên Ocalan û alên PKK, KCK û YPG/YPJ'ê hildan. Çalakgeran daxwaza azadiya Ocalan kirin.
Di dema çalakiyê de axaftin hatin kirin û belavokên li ser êrîşên li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin belavkirin.
Girseya gel dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re", "Kujer û faşîst Erdogan", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "PKK gel e gel li vir e", "Destên xwe yên bi xwîn ji Ocalan vekişînin" qîriya. Piştre li meydana Norrmalsmstorgê mîtîngek hate lidarxistin û ji bo bîranîna şehîdan deqeyekê rêz hate girtin.
Bi navê Meclîsa Jinên Kurd a Amara Ayşe Goktepe axivî û bi bîr xist ku 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ye. Goktepe da xuyakirin ku Ocalan ê 19 sal in di nava tecrîdeke giran de ye û îradeya gelê Kurd temsîl dike, felsefeya wî li Rojava ketiye meriyetê û ji bo hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn bûye hêvî. Goktepe destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê Ocalan tavilê were berdan.
Ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî Karwan Saîd peyivî û piştî ku bal kişand ser girîngiya Ocalan ji bo Kurdan û gelên bindest ên Rojhilata Navîn, da xuyakirin ku dewleta Tirk peymanên navneteweyî yên mohra xwe daniye binî binpê dike û tecrîd şermezar kir.
Saîd bang li civaka navneteweyî, Yekîtiya Ewropa û hikumeta Swêdê kir ku ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Ocalan bikevin nava hewldanan.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên ji bo azadiya Ocalan qediya.