Kurdistanî li Parîs û Darmstadtê ji bo Ocalan meşiyan

Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, ji bo tenduristî û ewlekariya Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de êrîşa li ser Mexmûrê jî hate şermezarkirin.

Li paytexta Fransa Parîsê û li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, ji bo tenduristî û ewlekariya Ocalan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de êrîşa li ser Mexmûrê jî hate şermezarkirin.

PARÎS

Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê dijîn, ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û mîtîngek li dar xistin.

Çalakî bi banga Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) saet di 16:00 de li ber Gar de I'Est bi meşê dest pê kir. Li gel Kurdistaniyan nûnerên ACTÎT'ê jî tevlî çalakiyê bûn.

Di meşê de pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" hate vekirin û dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" hate qîrîn. Her wiha bi sedan belavokên li ser tecrîdê hatin belavkirin.

Girseya gel dema ku gihîşt meydana Stalîngradê, mîtîngek li dar xist. Endamê Desteya Dîwanê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Mûrat Ceylan li mîtîngê axivî. Ceylan bal kişand ser çalakiya rûniştinê ya li ber avahiyên CPT û Konseya Ewropayê ku 49 roj in dewam dike û xemsariya CPT û Konseya Ewropayê ku gaveke şenber neavêjin, şermezar kir. Ceylan got, "Mîna duh em îro jî ji bo Rêber Apo li qadan e. Heta ku tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin û azad bibe, çalakiyên me wê bi berfirehî dewam bikin."

Çalakî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" qediya.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê jî Kurdistanî tevî barîna berfê jî darketin qadan, daxwaza azadiya Ocalan kirin û êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kirin.

Endamê Meclîsa Gel a Darmstadtê Mehmet Çoban li mîtîngê axivî û êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir û xwest, tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.

Çalakgeran tim û tim ji bo azadiya Ocalan dirûşm qîriyan û ji CPT xwestin ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê.