Nûçeya Lezgîn: Polîsan avêtin ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV

Kurdistanî li Miçurnîskê ji bo Efrînê li ser lingan e

Meclîsa Gel a Mîçurnîskê bi çalakiyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê protesto kirin.

Kurdistanî li Mîçurnîsk a girêdayî bajarê Federasyona Rusya ya Tambov kom bûn.

Meşa ku ji aliyê Meclîsa Gel a Mîçurnîsk ve hatî li darxistin, ji Navenda Çanda Kurd destpê kir heta navenda navçeyê dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan, YPG/YPJ’ê, wêneyên sivîlên di êrîşên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dayî hatin hildan û dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê” hatin berzkirin.

Rêveberên Meclîsa Gel a Mîçurînsk, Muhammed Mahmutov û Sulhadîn Patiyev ji girseya gel a hatî navenda navçeyê re axivîn, êrîşên dewleta Tirk ên bi komên çete re pêktîne şermezar kirin. Rêveberên Meclîsa Gel bang li dewleta Rûs kir ku êrîşan bide sekinandin, ger êrîş neyên sekinandin dibe qetlîamên sivîlan zêdetir çêbibe.