Kurdistanî li Floransa û Frankfurtê meşiyan
Li bajarê Floransa yê Îtalyayê û li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê meş hatin kirin û faşîzma dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Li bajarê Floransa yê Îtalyayê û li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê meş hatin kirin û faşîzma dewleta Tirk hate şermezarkirin.
Çalakiya li bajarê Floransa yê Îtalyayê bi beşdariya 5 hezar kesî pêk hat. 45 komên cuda û Komîteya Kurd a Toscana meş organîze kirin û li ber Konsolosxaneya DYA bi xwendina belavokê dest pê kir.
Girseya gel piştre li ber Konsolosxaneyên Rûsya û Elmanyayê çalakiya xwe dewam kir.
Çalakgeran maketeke tankê û wêneyên sivîlên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li Efrînê hatin kuştin danîn ber her du konsolosxaneyan.
Di meşê de dirûşmên "Bijî YPG/YPJ", "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn û belavok hatin belavkirin.
FRANKFURT
Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê jî ciwanên Kurd meşiyan û mîtîngek kirin.
Meşê ji ber HBF dest pê kir û komên çep ên Elman û Tirk tevlî bûn.
Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Li Kurdistanê komkujî tê kirin", "Kujer Erdogan", "Bijî piştgiriya bi Efrînê re" û flamayê "YPG/YPJ'ê" hatin hildan.
Girseya heta Hauptwacheyê bi qîrîna dirûşman meşiyan û piştre mîtîngek kirin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftin hatin kirin û ji bo berxwedana Efrînê banga xwedîderketinê hate kirin.
Hate destnîşankirin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ciwan çalakiyan bikin.
Çalakî bi xwendina belavokê qediya.