Kurdistanî li Bruksel û Anversê ji bo Efrînê daketin qadan
Bi hezaran kesên ku li paytext Bruksel a Belçîka û bajarê Anversê derketin kolanan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê protesto kirin.
Bi hezaran kesên ku li paytext Bruksel a Belçîka û bajarê Anversê derketin kolanan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê protesto kirin.
Li paytext Bruksel a Belçîka û bajarê Anvers, êrîşên dewleta Tirk ên qirkirinê hatin protestokirin.
BRUKSEL
Li Brukselê Kurdistanî ji duh şevê ve li qadan in. Girseya ku di bin rêveberiya NAV-BEL û YJK-B de kombûyî, bi vekirina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û pankartên li ser nivîsa “PYD,YPJ” li stasyona Tren Mîdî a Brukselê çalakî li dar xistin.
Di axaftinên di çalakiyê de hate kirin de bal kişand ser qetlîamên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê dike û piştî axiftinên “Ewropa bêdeng dimîne, Erdogan jin û zarokan qetil dike” çalakî bi dawî bû.
Kurdistanî duh şev jî li Brukselê di çalakiyê de bûn. Girseya ku li pêşiya Gare Centraal kombûyî, meşeke heta Grand Place li dar xistin.
ANVERS
Kurdistaniyan li bajarê Anvers a Belçîka jî, li Navenda Gare Centraal çalakiya bêîteatiya sivîl lidarxistin. Piştre jî girseya gel heya komeleya Anvers meşiyan û nerazibûnên xwe ên li hemberî êrîşan nîşan dan.