Kurdistanî ji bo Efrînê li qadan e
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk çalakiyên xwe bê navber didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk çalakiyên xwe bê navber didomînin.
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk çalakiyên xwe bê navber didomînin.
MONTPELLIER: Li bajarê Montpellier ê Fransayê, Kurdistanî tevî dostên xwe danê êvarê il meydana Comedie li hev civiyan û êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên i ser Efrînê şermezar kirin.
TOULOUSE: Li bajarê Toulouse yê li başûrê Fransayê, danê êvarê çalakiya bê îteatiya sivîl hate lidarxistin. Kurdistaniyan di dema çalakiyê de daxuyaniyek dan û işaret bi kuştina sivîlên li Efrînê kirin. Di daxuyaniyê de bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê hate şermezarkirin.
RENNES: Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li bajarê Rennes ê Fransayê hatin şermezarkirin. Bi sedan kesên ji Place du Colombi dest bi meşê kirin dirûşmên "Erdoğan kujer e", "Azadî ji Efrînê re, statu ji Kurdistanê re", "Bê Serok jiyan nabe" qîriyan. Di dawiya meşê de li ber avahiya şaredariya Rennesê mîtîngek hate lidarxistin.
INNSBRUCK: Li bajarê Innsbruck ê Awûstûryayê, Kurdistaniyan tevî dostên xwe çalakî li dar xistin û dirûşmên "Terorist Türkei", "Möder Erdogan" û "Deutscher panzer raus aus Efrin" qîriyan.
VIYANA: Li paytext Viyanayê jî li ber avhaiya Konsolosxaneya Elman çalakiyek hate lidarxistin û hewldanên dewleta Elman ên ji bo krîmînalîzekirina saziyên Kurdan hatin şermezarkirin. Piştî daxuyaniyê çalakgeran çelengek reş danîn ber konsolosxaneyê.
BRUKSEL: Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Belçîka Bruksleê dijîn, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ku li pêşberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bêdeng e çalakî li dar xistin. Girseya gel alên YPG/YPJ'ê hilda û wêneyên zarokên li Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve hatine kuştin vekirin. Di dema çalakiyê de malbatên ji Efrînê dosyayek radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî kirin.
ARNHEM: Li gelek bajarên Hollandayê Kurdistaniyan tevahiya rojê çalakî kirin. Piştî Den Haag û Rotterdamê, li bajarê Arnhemê Kurdistanî li hev civiyan û destnîşna kirin ku heta êrîşkariya dewleta Tirk a li ser Efrînê biqde wê çalakiyên xwe bidomînin.
LONDON: Li paytexta Îngilîstan Londonê, Kurdistanî tevî dostên xwe li ber Serokwezaretiya Îngilîstanê çalakî li dar xistin.
FIRENZE: Li bajarê Firenze yê Îtalyayê Kurdistanî tevî dostên xwe yên Îtalî li ber avahiya qenala televîzyonê ya dewletê RAI 3 li hev civiyan û kuştina sivîlan li Efrînê şermezar kirin. Çalakger bi rengekî zindî tevlî weşana qenala televîzyonê û radyoya dewletê bûn û li ser komkujiyên li Efrînê agahî dan.
FLORANSA: Li bajarê Floransa yê Îtalyayê, Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya Nûnertiya Rûsyayê li hev civiyan. Girseya gel çelenga reş danî ber nûnertiyê û destnîşan kirin ku Rûsya hevkarê komkujiyên li Efrînê ye.
PISA: Li Pisayê komek ji komunîstên çep ên Îtalyayî pankart bi kûleya Pisa ve kir û nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê dan. Komê dewletên Tirk û Rûsyayê şermezar kir.