Kurdistanî ji bo azadiya Ocalan li Bremenê daketin qadan
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Bremen ê Elmanyayê duh li ber avahiya parlamenta eyaletê mîtîngek hate lidarxistin.
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Bremen ê Elmanyayê duh li ber avahiya parlamenta eyaletê mîtîngek hate lidarxistin.
Di mîtîngê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankart û posterên Ocalan hatin vekirin. Bi zimanên Elmanî û Kurdî peyam hatin dayin. Qisekeran bi bîr xistin ku dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Efrînê re tecrîd û îzolasyona li ser Ocalan girantir kirine û gotin, şerê bingehîn li dijî Îmraliyê tê kirin.
Di çalakiyê de ji bo azadiya Ocalan bang hate kirin ku bi rengekî bê navber çalakî werin kirin.