Kurdên Rûsyayê ji bo piştgiriya Rojava kampanya dan destpêkirin

Kurdên Rûsyayê ji bo piştgiriya Rojava kampanya dan destpêkirin

 Rêxistinên Kurdan yên li Rûsyayê ji bo piştgirî bidin kurdên Rojavayê Kurdistanên kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin. Serokê Yekîtiya Komeleyên Kurdan yên Navnetewî Mihrabî Şamoyev bang li hemû kurdên li Rûsyayê kir ku piştgirî bidin Rojava û got ku xwedî derketina Rojavayê Kurdistanê erkeke netewiye.

Nûnerên Yekîtiya Netewî ya Saziyên Civakî a Saziyên Kurd, Rêxistina Jinên Kurd a Bajarê Moskowayê, Rêxistina Parastina Mafê Kurdan ya Moskowayê, Yekîtiya Ezîdiyên Rusya û Otonomiya Netewî û Çandî ya Kurdên navçeya Ostankino, hin rêxistin û saziyên din li Mala Kurdan ya Paytextê Rusya Moskovayê ji bo kampanyaya alîkariyê bidin destpêkirin hatin cem hev û daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyaniyê ji aliyê Serokê Yekîtiya Komeleyên Kurd yên Navnetewî Mihrabî Şamoyev ve hat xwendin. Şamoyev diyar kir ku herçar aliyê kurdan hatiye girtin û balkişand ser piştgiriya kurdan. Şamoyev got ku ger kurd alîkarî nedin hev tu kes alîkarî nade wan û wiha axivî: “Alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê erkekî netewîye. Îro kurd di nav agir dene, her çar aliyên wan ji aliyê neyaran ve hatiye dorpêçkirin. Ger îro kurd bi jurdan re nebin alîkar kesên din nabin alîkar. Ji bo vê yekê pêwîste ku hemû kurd ji bo birayên me yên Rojavayê Kurdistanê têkevin nava hewildanan. Li Rojava dîrok tê nivîsandin. Ji bo kurd li ser axa xwe nebin penaber û ji mafê xwe yê xwezayî neyên qutkirin, pêwîste saziyên navnetewî jî xwe ji ber Rojavayê Kurdistanê berpirsyar bibînin.”

BANG LI RÊXISTINÊN NAVNETEWÎ HAT KIRIN

Şamoyev di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên alikariyê yên wekî Xaça Sor û Heyva Sor kir û wiha got: “Pêwîste rêxistinên navnetewî yên alîkariyê Xaça Sor û Heyva Sor erka xwe bi cîh bînin û gelê Rojavayê Kurdistanê tenê nehêlin.”

Piştî Şamoyev, Rêvebirê Yekitiya Kurdên Ezîdî Refîq Kamil jî di civînê de axaftinek kir. Kamil di axaftina xwe de diyar kir ku ew gelê Rojavayê Kurdistanê tenê nahêlin û ev tişt gotin: “Gelê me yê Rojava her roj diçe xwe baştir rêxistin dike. Em jî wek rêxistinên kurd yên li Rusyayê wan tenê nahêlin. Îro tiştê ji destê me tê em di aliyê maddî de bi wan re bibin alîkar. Ji bo vê yekê çi ji destê mê tê em ê bikin. Di dîroka kurdan de gelê Rojava ji hemû serhildanên kurdan re himbêza xwe vekiriye. Pêwîste em jî îro vî deynê xwe bidin û em ji wan bira û xwîşkên xwe re hembêza xwe vekin. Ji vê yekê wek rêxistinên kurd yên li Rusyayê dibêjin ji bo gelê me yê rojava çi ji destê me tê emê bikin û bi wan re bibin alîkar. Ji ber vê yekê me kampanya alîkariyê daye depstpêkirin.”