Kurdên rastî lînca nijadperestî hatin ceza lêbarîn
Kurdên rastî lînca nijadperestî hatin ceza lêbarîn
Kurdên rastî lînca nijadperestî hatin ceza lêbarîn
Kurdên ku li Sultandag’iyê rastî lînca nijadperestan hatin û di encamê de Orhan Şahînê di nav koma êrîşkar de mir, ji malbata Kurd ya rastî êrîşê hatîn Yilmaz Kiran û Eylaz Kiran ji sûcê “bizanabûn kuştina mirovan” 25 sal cezayê girtîgehê û pere lê birîn. Parêzera malbata Kiran Zeynep Ceren Boztoprak da diyarkirin ku, dadgehê bi leza jetê doz bi encam kiriye, her wiha ji bo bûyer zelal nebe hemû hewildan, ji îfadeyên şahidan û heya îfadeyên bê usûl yên li emniyetê li ber çav nehatine girtin û biryar hatiye girtin.
Li navçeya Sultandagi ya Afyonkarahîsarê di 28’ê Kanûna 2012’an de komek ya nijadperest ku Orhan Şahîn jî di nav de bû bi kêr û daran êrîşî malbata Adilcevazlli ya Bedlîsê kiribûn û piştî êrîşê hewil dabûn lînc bikin. Piştî hewildana lîncê di encama êrîşa nijadperestan de Orhan Şahînê di nav koma nijadperestan de mir û gelek kes jî birîndar bûn. Doza ku di derbarê bûyerê de hatî vekirin bi leza jetê biencam bû.
Hêjan li ser bûyerê salek derbaznebûyî derbarê Yilmaz Kiran û Eylaz Kiran ên malbata Kurd ku rastî êrîşê hatîn bi îdiaya “bizanabûn kuştina mirovan” li Dadgeha Cezayê Giran ya Bolvadinê di rûniştina 4’mîn ya doze de 25 sal cezayê girtîgehê lê hatin birîn. Weke din jî 3.500 TL cezayê pere li Eylaz Kiran û 3.740 TL jî li Yilmaz Kiran birî. Her wiha biryar hate girtin ku lêçûnên malbata Orhan Şahîn 2.640 TL û yê darazê jî 1.665 TL dê ji Eylaz û Yilmaz bistînin.
Parêzera malbata Kiran Zeynep Ceren Boztoprak piştî biryara mehkumiyetê ya di meha Îlonê de hefteya borî ji bo temyîzê serlêdan kir. Prz. Boztoprakê anî ziman ku, biryara dadgehê di nava hefteya borî de gihaye me û got, di dema dozê de ji bo rastî derkeve holê dadgeh biawayekî dij-hiqûqî nêz bûye.
BÊHIQÛQÎ JI ÎFADEYA BÊ USUL DESTPÊ DIKE
Boztoprak diyar kir ku, dadgehê li gorî îfadeyên kesên tevli danişînê bûne, raporên doktoran, girteka muayeneya mirinê, girteka otopsiyê û îfadeyên bersucan biryar da ku ‘Sûc sabîte’ û got: “Dema mirov li hincetên van dinêrin destpêkê der barê îfadeyan de di rastiyê de di asta darizandin û lêpirsînê der der barê başiya muvekîlan de gelek tiştên bihata nirxandin hebûn. Mînak roja bûyerê binçavkirin çêdibe. Di her du aliyan de aliyên pevçûn tên binçavkirin. Îfadeyên wan li midûriyeta polîsan tê girtin. Aliyên ku kurdan lînç dikin tên berdan. Kurdan di bin çavan de dihêlin. Dema mirov li îfadeyên aliyê pêş dinêrin bûyer çawa pêk hatiye, derdikeve holê. Di wan îfadeyan destpêkê de qet behsa Yilmaz Kiran nayê kirin. Aliyê din qet navê wî telefuz nakin. Tê gotin ku mirin bi tornavîdayê pêk hatiye. Di îfadeya yekemîn de behsa vê nayê kirin. Dibêjin kêre, lêdane. Tê gotin ku bi derbeyan hatiye kuştin. Behsa tornavîdayê nayê kirin. Heman rojê 5-6 saetan şûnde midûriyet li aliyê din digire û dibêje ew dê îfadeya wan bigirin. Midûriyet dibêje;Sê şahid hatibûn, bûyer dîtine, gotin Yilmaz Kiran kêr derxistye, Eylaz Kiran jî tornavîdaya ji berika xwe derxistiiye û ji piştve li serê wî xistiye û derb kiriye, kuştiye. Hun çi dibêjin? Ji aliyê din jî sê kesan got; ‘Belê hat hişê me wisa çêbû’. Li ser vê îdianame tê nivîsin. Ne dîmen, ne lêpirsînkirina cihê bûyerê hat tespîtkirin. Li ser van îfadeyan hat amadekirin. Divê midûriyetê îfadeyên din jî bigirta. Ev di CMK’ê de vekiriye. Der der barê vê de serî li îfadeyeke nû bê dayîn rayeya vê dozgerê komarê dikare bike. Tu rayaye polîsan nîne. Lê midûriyetê ev pêkanîn binpê kiriye.
DADGEHÊ BÊUSULÎ JINEDÎTÎVE DÎT
Boztoprak bi lêv kir ku di dema lêprsînê de kesên îfadeyên bi naqok dan wek şahid hatin guhdarî kirin û wiha pêde çû: “Me got, ev îfade li dij usulê ne. Midûriyetê li vir tişta ku ne peywira wê ye kiriye. Îfadeyên duyemîn li gorî usulên qedexekirî hatine girtin. Me got bila ji dosyayê derxînin. Qanûn vekiriye. Delîl ne li gorî hiqûqê ne. Mixabin dadgehê ev baldar negirt û îfadeyên midûriyeta polîsan girtibû ji dosyayê dernexist.
ŞAHIDÊ BI NAQOK, QEYDÊN KAMERAYÊ KU TÊN VEŞARTIN HEYE
Boztoprak got di danişîna yekemîn de kesên îfadeya yekemîn dabûn, di bûyer vegotin û wiha pê de çû: “Wek îfadeya xwe vegotin. Dadger pirsî. Got kê bi tornavîdayê lêda. Şahidan got ‘Eylaz Kiran kî ye, wî lêda’. Dadger got kîjan; wî Yilmaz Kiran nîşanda. Teşîsa rast nekir. Derket holê ku ev îfadeyek neraste. Lê dadgehê ev piştguh kir. Şahidên din jî îfade dan. Li ser vê daxwazek me çêbû. Me got; van kesan teşîs nekirin, îfadeyên wan bi naqokin. Me got; delîlên girîngtir hene, yek jî qeydên kamerayene. Li her derê kamera hene. Lê dadgehê daxwaza me red kir. Midûriyeta polîsan di girtekê de gotibû qeydên kamerayan xerabeye. Gotin ev hatiye lêkolînkirin, girtek têr dike, bila doz neyê dirêjkirin. Gotin kamera û mobesaya her derê xera bûye, me jî go tev tesaduf we nake nava gumanan.me got bila bê lêkolînkirin. Lê dadgehê ev red kir.
NAQOKIYA RAPORÊ
Boztoprak di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku di mijara girteka otopsiya mirinê de raporek alternatîf girtine û ev pêşkêşî dadgehê kirine û got: “Me got di dosyayê de kêmasiya otopsiya heyî û girteka mirinê heye. guhê kesê mirî hatibû birîn. Me got ev di dema otopsiyê de an jî dema bûyerê de pêk hatiye. Ev di girtekê de nehatibû nivîsin. Îzahata vê tunebûn. Ji me re gotin dibe di dema otopsiyê de çêbibe. Lê bi şaşî be jî divê ev bikirana girtekan.”
SEDEMA MIRINÊ TARIYE
Boztoprak balkişand ser rapora alternatîf ya ku hatiye amadekirin û wiha got: “Maktul di dema bûyerê de namire. Li nexweşxaneyê dimire. Dibin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê vedireşe. Piştre dikin beşa lezgîn. Dilê wî mizdidin. Me bibîrxist ku di rapora alternatîf de tê gotin ku maktul bi alkol bûye. Dema dilê wî mizdane vereşiyaye. Di rêde vereşiyaye. Dema mudaxale dikin jî vereşiyaye. Xwarin di kezebê de hatiye dîtin. Dibe ku di dema mudaxaleya mizdana dil de vereşiya, riyên bihndana wî hatin girtin vereşiya. Lê mixabin sedema mirina wî ne diyare.
ME DI ŞANDINA DOSYAYÊ DE ISRAR KIR
Boztoprak got rapora ku amadekirine di danişîna 3’emîn de pêşkêşî dadgehê kirine û got: “Me xwest beriya danişîna biryarê dosyayê bişînin tipa edlî. Ev red kirin. Dozger got hewce nake, rapora di dosyayê de ye têr dike. Me jî ev qebûl nekir. Me got saziya tipa edlî ji bo çi hatiye avakirin? Me got dosyayên pir sivik çend caran diçin û tên. Me got pir girînge û divê biçe. Me got hun di dosyaya cînayetê de du kesan bi muebetê didarizînin û hun dosyayê naşînin tipa edlî. Ji xwe guman ji vir destpê dikin. Rapor tevli dosyayê nekirin. Dîmen jî tevli nekirin. Neteşîskirin şahid jî tevli nekirin. Îfadeya bê usull girtin, ev li dijî CMK’ê bû. Rêbaza girtina îfadeyê şaş bû. Me got divê ev ji dosyayê bê derxistin. Lê dadgehê hemû daxwazên me red kir.
JI BO KURDAN HIQÛQA TAYBET
Boztoprak diyar kir ku di hiqûqê de valahiyên mezinhene û got: “ rayeyên berfireh yên dadgeh û dadgeran hene. Ev li dijî qanûnan nayê bikaranîn. Divê hincetek wê ya hiqûqî hebe. Lê mixabin ev nêzîkatî li hemberî kurdan pêk tê. Li dijî kurdan hiqûqek taybet heye. dadgehê ne ji hewldana lîncê û şûnde, piştî mirina Orhan Şahînê ku di koma ku êrîş kir de jiyana xwe ji dest da pêvajo girt dest. Ger bûyer ji destpêkê bigirtiba dest dê ev ceza nehatiba dayîn. Derdekî dadgehê ku bûyerê ronî bike nîne.”