Li Paytexta Suriyeyê Şamê tevî hemû zehmetiyan Kurd, komkujiya jinên Kurd a li Firansayê pêkhat, şermezarkirin.
Li paytexta Sûryayê şamê bi dehan kurdyên ji taxa Zorazav di navenda Osman Sebrî ya Çand û Hunerê ji bo şermezar kirina qetilkirin damezrênera PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez çalakiyekî protestoyî lidarxistin.
Çalakî bi deqeya rêzgirtinê destpêkir. Piştre Endamê Tevgera Civaka Demuqratîk (TEV-DEM) D. Merdem Mihemed axivî. Mihamed qetilkirina jinên Kurd şermezar kir. Mihemed balkişand li ser hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdelah Ocalan re, armanca kujera ji qetilkirina siyasetmedarên kurd ku gelê Kurd ji mafên xwe gava paş ve bavêjin. Mihemed da zanîn ku dewleta Tirk ji ber ku naxwaze pirsgirêka Kurd çareser bibe serî li her rêbazî dide, lêbelê Kurd wê tu carî ji mafên xwe yên rewa gava paşve navêjin.
Piştre Endamê Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê Hesen Ebdala axivî. Ebdala diyar kir ku ev komkujiya hovane berdewamiya komploya navnetewî a ku di 1999an de li dijî gelê Kurd bi revandina Rêberê Gelê Kurd Abdala Ocalan pêkhatibû. Mihemed balkişand ku dijminên kurda dixwazin kurda tune bikin û wiha axivî: ''Ev komkujî yek ji kiryarên îmha û tunekirina gelê Kurd e, lê emê hertim berxwe bidin û emê li ser xeta Sakîne Cansiz û hevalên wê têkoşîna xwe bidomînin.
Endama Yekîtiya Star Newroz Xelîl ji axivî. Xelîl diyar kir ku jinên Kurd bi berxwedana xwe xeta azadiya jina kurd dewam dikin, qetilkirina Sakîna Cansiz û hevalên wê me bi hêztir bike, ji ber ku berxwedana 40 salî ya Cansiz wê di dîroka jinên Kurd e her dem bijî.
Di demên dawî de rewşa Şamê ji ber şer û pevçûnan pir tevlihev û ji ber vê jî bi hezaran Kurdên ku li vir dijin vegeriyane Rojavayê Kurdistanê.