Kurdên li Swîsreyê hevkarên dagirkeran şermezar kirin

Kurdistaniyên li Swîsreyê tevî dostên xwe daketin qadan û bi çalakiyên bê îteatiya sivîl dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Swîsreyê tevî dostên xwe daketin qadan û bi çalakiyên bê îteatiya sivîl dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê şermezar kirin.

BERN: Bi banga Platforma Berxwedanê ya Efrîn-Rojava, Kurdistanî tevî dostên xwe li ber Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê ya li Bernê li hev civiyan û hevkariya Rûsya û dewleta Tirk şermezar kirin. Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Dewleta Tirk û hevkarên wê li Efrînê sivîlan dikujin", "Rûsya dawî li hevkariya bi Tirkiyeyê re bîne" vekirin û dirûşma "Tirkiye dikuje, Rûsya destekê dide" qîriyan. Bi navê platformê daxuyaniyek hate dayin û ji Rûsyayê hate xwestin, qada hewayî tavilê li dewleta Tirk bigire.

SOLOTHURN: Bajarekî din ê Swîsreyê ku dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê hatin şermezarkirin, Solothurn e. Çalakgerên bi vê armancê li ber stasyona trenê ya bajêr li hev civiyan, li dijî dewleta Tirk a kujer û dewletên ku li pêşberî komkujiyên li Efrînê bêdeng in, dirûşm qîriyan. Di çalakiyê de li ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê belavok hatin belavkirin.

ZURICH: Kurdistaniyên li Zurichê ku tevahiya rojê çalakî li dar xistin, danê êvarê li stasyona trenê ya navendî ya Zurichê li hev civiyan. Bi sedan kesên tevlî çalakiyê bûn, wêneyên komkujiyên li Efrînê hildan û firotina çekên Swîsreyê ji bo dewleta Tirk şermezar kirin. Çalakgeran gotin, "Kurd wê kes û hêzên îro li pêşberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng in ti carî ji bîr nekin."

ST. GALLEN: Kurdistaniyên li bajarê St. Gallenê dijîn, tevî dostên xwe li ber Parlamenta Kantonê li hev civiyan. Di vê çalakiyê de jî bêdengiya hêzên navneteweyî hate şermezarkirin.

CENEVRE: Li Cenevreyê jî dewleta Rûsyayê hate şermezarkirin ku qada hewayî ji dewleta Tirk re vekiriye û bi vî rengî bûye hevparê kuştina sivîlan. Kurdistanî li ber Konsolosxaneya Rûsyayê ya li Cenevreyê li hev ciivyan û bang li Rûsyayê kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne. Çalakgeran destnîşan kirin ku ji mirina her kesekî li Efrînê, wê Rûsya jî berpirsyar be.