Kurdên li Rûsyayê girtina wekîlên HDP'ê şermezar kirin
Kurdên li Rûsyayê û saziyên wan nerazîbûn nîşanî girtina parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari dan.
Kurdên li Rûsyayê û saziyên wan nerazîbûn nîşanî girtina parlamenterên HDP'ê Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari dan.
Bi navê Kurdên li Rûsyayê Yekîtiya Saziyên Kurd a Navneteweyî, Otonomiya Çandî-Neteweyî ya Kurdan a Federasyona Rûsyayê, Organîzasyona Êzdîxan a Rûsyayê û Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî têkildarî mijarê daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya ji bo tunekirina têkoşîna siyasî ya Kurdan gihandiye asta herî bilind, ne tenê şaredariyan desteser dike, lîderên siyasî yên Kurdan jî digire, ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, xweranegirtina desthilatariya faşîst a AKP-MHP'ê ya li destketiyên Kurdan zêde bûye û hate gotin, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven beriya niha 200 rojî kete rojiya mirinê, di encama vê berxwedanê de bi ser ket.
Saziyan diyar kirin ku Kurdên li Rûsyayê bûyerên neyînî yên ku dema dawî diqewimin qebûl nakin û wê bêdeng nemînin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li tevahiya cîhanê êrişên siyasî, aborî û leşkerî li dijî Kurdan dike û hate gotin, Tevgera Azadiyê ya Kurd her tim bi rengekî serketî li ber van êrişan rabûye.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Kurd wê têkoşîna xwe li dijî vê darbeya siyasî mezintir bikin, teslîmî desthilatdariya AKP-MHP'ê nebin û nehêlin ku polîtîkayên qirkirina siyasî ti carî bi ser bikeve.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li Yekîtiya Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî hate kirin ku li pêşberî kiryarên qirkirina siyasî bêdeng nemînin û nerazîbûna xwe nîşan bidin.