Kurdên li Rûsyayê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin

Kurdistaniyên ku li Platînovk û Azînkiyê dijîn bi çalakiyên xwe êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Kurdistaniyên ku li Platînovk û Azînkiyê dijîn bi çalakiyên xwe êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

AZÎNKÎ

Li navçeya Azînkî ya bi ser Saratovê ya Federasyonê Rûsyayê, Kurdistaniyan bi çalakiyekê êrîşên dewleta dagirker a li ser Efrînê şermezar kirin.

Di çalakiyê de, ku ji hêla Meclîsa Gel a Azînkî ve hatibû hazirkirin, berxwedêrên Efrînê yên ku li dijî êrîşan parastina xaka xwe dikin, hate slavkirin.

Di axaftinan de hate gotin dewleta Tirk li Efrînê komkujiyan dike û divê Kurd xwedî li berxwedanê derkevin.

PLATÎNOV

Li Platînvokê ya Krasyonodarê jî Kurdistaniyan êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin. Hevberdevkên Meclîsa Gel a Platînovkê bang li Rûsyayê kirin, ji bo ku şer bide rawestandin bi rola xwe rabe. Her wiha hate xwestin ku gel xwedî li berxwedana EFrînê derkeve.

Piştî axaftinan çalakvanan alayên YPG-YPJ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan hildan û gotin, ‘’Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Kujer Erdoğan’.