Kurdên li Rûsyayê: Em bibin yek, rêyeke din nîne!
Kurdên li Rûsya û Civatên Dewletên Serbixwe êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û ji bo yekîtiyê bang kirin.
Kurdên li Rûsya û Civatên Dewletên Serbixwe êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û ji bo yekîtiyê bang kirin.
Kurdên li Rûsyayê û Civatên Dewletên Serbixwe dewleta Tirk şermezar kirin û ji bo yekîtiya nava Kurdan bang kirin.
Di peyamên xwe de ragihandin ku ew êrişên li Kurdistanê qebûl nakin, armanc ji van êrişan tunekirina têkoşîna azadiyê û gelê Kurd e.
Kurdan nerazîbûna xwe anîn ziman û gotin, "Roj roja yekîtiyê ye. Gelo hûn nabînin ku yek bi yek me qetil dikin."
Her wiha gotin, "Em bibin yek, rêyeke din nîne. Bi vî rengî em dikarin bibin hêz."