Kurdên li Rûsyayê: Divê 2017 bibe sala azadiya Rêberê me
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hat girtin, li navçeya Platînovkayeyê hat şermezarkirin.
Komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hat girtin, li navçeya Platînovkayeyê hat şermezarkirin.
Kurdistaniyên li navçeya Platînovkaye ya bajarê Kradnodar ê Federasyona Rûsyayê dijîn, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.
Kurdistanî bi vê armancê li ber Navenda Çandê ya Kurd li hev civiyan. Endama Komîteya Jinê ya Platînovkaye Aîde Babayiva ji girseya gel re axivî û got, "Rêberê me, ji ber ku koledariya li ser gelê Kurd dihat ferzkirin qebûl nekir, ji aliyê hêzên navneteweyî ve bi komployeke berê qet nehatibû dîtin, dîl hat girtin. Gelê Kurd, bi pêşengiya Abdullah Ocalan pêşî li hemû komplo, dek û dolaban girt û gav bi gav nêzî azadiyê bû. Ji bo sala 2017'an bibe sala azadiya Rêberê me, divê Kurdistaniyên li çar aliyên cîhanê bi xurtî komploya navneteweyî şermezar bikin."
Piştî axaftinê, girseya gel dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya û bi meşekê dawî li çalakiya xwe anî.